Jinên Ermen ên jibîrçûyî; Armînohî û Maro

Nûçeyên Jin

În 24 Nîsan 2026 - 15:30

  • Du jinên Ermen, Armînohî û Maro ku di şerê li hember Osmaniyan de nemir bûne lê dîrok behsa wan nake, bi berhemek çandî ya di kategoriya panoramaya bihîstwerî-dîtbarî de, tên bibîranîn.

24’'ê Nîsana 1914'an wek roja destpêkirina qirkirina Ermenan tê pejirandin. Ev qirkirin ji hêla Împratoriya Osmanî ve di dema 1’emîn Şerê Dinyayê de, di navbera salên 1914-1916’an de, li dijî Ermenan, Suryanî, Asûrî û Keldaniyan, pêk hat.

Hedefa komkujiyê ew bû ku civaka Ermen ji welatê wan ê resen bê derxistin û koka wan bê rakirin. Gelek welat û rêxistinên navnetewî vê bûyerê wekî ‘Jenosîd’ nas dikin, lê Tirkiye vê îdîayê heta niha red dike û bi fermî nas nekiriye.

Navenda Çanda Ermen a Parêzgeha Heseka Rojavayê Kurdistanê, berhemek hûnerî çêkiriye. Berhemek ku dikeve kategoriya panoramaya bihîstwerî-dîtbarî ku hem şano, hem sînema û lîstikvaniya deng û dansê di nav xwe de dihewîne.

Navê berhemê, ‘Armînohî’ ye. Ji ber ew jinek Ermen û şoreşger e ku di dema qirkirinê de, li dijî Împaratoriya Osmaniyan li ber xwe daye û jiyana xwe ji dest da ye. Armînohî ji bo doza gelê Ermen gelek ked daye, lê di dîroka Ermeniyan a nivîskî de çîroka wê nehatiye nivîsandin. Ji lewra çîroka wê bi devkî heta roja îro hatiye.

Navenda Çanda Ermen bi berhemek hûnerî ev çîrok veguhrandi berhemek hêja. Endama Koma Şanoya ji Navenda Çanda Ermen Izdîhar Tahir behsa vê xebatê kir.

Armînohî kî ye û çîroka wê çi ye

Izdîhar ragihand ku berhema wan a hunerî qala çîroka jina Ermen Xanim Katanciyan (Armînohî) dike û got: “Armînohî li Rihaya Bakurê Kurdistanê di sala 1915’an de ji hêla leşkerên Osmanî ve tê qetilkirin. Armînohî qirkirina Ermenan jiya, lê li dijî qirkirinê xwedî rolek pêşeng a berxwedanê bû. Bi armanca şerê li dijî Osmaniyan, komek ji jinan ava dike ku li kêleka mêran di yek çeperê de li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin.”

 

Du jinên li dervayî dîrokê; Maro û Armînohî

Izdîhar da zanîn ku ne tenê Armînohî, gelek jinên wek wê pêşeng di dîrokê de hene lê çîroka wan nehatine nivîsandin û kes nizane ku ew kî ne û têkoşîna ku kirine çi ye. Izdîhar wiha pêl da gotina xwe: “Di sala 1887’an de Maro yekem jina Ermen e ku, pêşengiya avakirina partiyeke siyasî ya Ermeniyan kiriye. Wekî yekem jina ku yekem partiya Ermen ava dike, tê nasîn. Ji lewra em dibêjin ku di nav dîroka me de, ne tenê Armînohiyek hebû. Maro jî wekî Armînohî di dîrokê de nehatiye nivîsandin, kes wan nas nake. Ji ber ku dîroka me her tim hatiye tepisandin û rastî êrîşên dijwar hatiye. Em bi berhemên xwe yên hûnerî ku çêdikin, hewl didin ku van jinan bidin nasîn da ku dîrok her wan bibîr bîne.”

Xelkên Ermen hovîtiyê jibîr nekirine

Izdîhar da zanîn ku qirkirina Ermenan ji aliyê çend welatan ve hatiye naskirin lê heta niha dewleta Tirk vê rastiyê înkar dike û hesab ji kujeran nehatiye xwestin. Izdîhar got: “Rast e Osmaniyan beşek mezin ji gelê Ermen qir kir, lê dewleta Tirk îro rastiya xwe ya bi xwîn înkar dike. Her çend were înkarkirin, Ermenan û neviyên wan ligel nifşên îro ev hovîtî jibîr nekirine. Daxwaza me, edalet were pêşxistin û mafê gelê me yê hatiye qirkirin, were xwestin. Her wiha daxwaza me ya sereke jî, hemû Ermen vegerin ser xaka xwe ya qedîm ango Ermenîstanê. Her çend em li Sûriyeyê bijîn jî, xweş e ku mirov li koka xwe li Ermenîstanê vegere û li welatê xwe yê pêşîn çêbûye û jiyaye, bijî.”

‘Divê hikûmet mafê Ermanan bide wan’

Izdîhar rewşa Ermenan li Sûriyeyê û nenaskirina maf û çanda wan di destûrê de, wiha rave kir: “Em ji hikûmeta demkî hêvîdar in ku maf, dîrok û zimanê Ermen nas bikin. Ji ber ku em li vir hemû netew bi hevre dijîn, divê ku hikûmet mafê hemû netewan bide wan. Gel li dijî hev nede sorkirin da ku dîroka hev netepisînin.”

JÎNHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.