
- Di bîra Xoresanê de navê Rabiya Belhî teyîsî. Ji malek bi hêz derdikeve û dibe yekem jina ku di rûpelên wêjeya Farisî de cihek ji xwe re çêkiriye. Her çend dawiyeke wê ya trajîk hebe jî ew weke jinekê li ber xwe dide.
Rabiya bint Kab el-Kuzdarî, ku wek Rabiya Belhî tê nasîn, yek ji figurên jinan a ji dîroka Xoresanê derketî pêş e. Ev jina ku di sedsala 10’an de jiyaye, di malbeta xwedî nifusa siyasî û civakî de mezin bûye. Bavê wê Kab yek ji Erebên ku di dema Ebû Muslimê Xoresanî de koçî Xoresanê kiribû.
Malbata wê li Rojhilatê Îranê bicih bû, bavê wê wek ji navên saraya Samanî derdiket pêş, li herêmên wek Sistan, Kandahar û Bust bû rêveberî. Bajarê Belh di sedsalên 8-9’an de di nava Ereban de wek ‘dayîka bajaran’ dihat zanîn. Ev qad, sûd da ku Rabiya perwerde bîbîne û di qadek çandî de mezin bibe, kêrhatiya wê jî di vê atmosfera dewlemend de şekil girt.
Li gel ku dîroka ji dayîkbûn û mirina wê nayê zanîn, li gorî rîvayetên dîrokî yên Nûredîn Camî ragihandî, hikûmdariya Samanî Nasirê 2’yem di dema (914-943)’an de li gel helbestvanê sarayê Rudakî di heman demê de jiyaye.
Yekem jina wêjevan a Faris
Rabiya Belhî wek jina yekem a helebestvan a dîroka wêjeya Farsê tê qebulkirin. Helbestên Erebî û Farisî nivîsandiye, jiyana wê cara yekê ji aliyê dîroknas Zahîruddîn Avfî ve hatiye qeydkirin. Hebûna wê tenê bi hilberîna wêje sînordar nebûye, bûye parçeyek ji jiyana siyasî û çanda di nava qesrê de. Di wê demê de jinan di rêveberiya qesrê de, sazûmaniya çavkaniyan û bihêzkirina tifaqên civakî de rolên bi bandor digirtin.
Çavkanî diyar dikin ku, hebûna Rabiya divan derdoran de, wê aboriya çandî pêşxistiye. Divê dinyayê de gotin û helebest, qasî hêza siyasî bi bandor bû. Bûna endamek yê malbata rêveber, ew di navenda têkiliyên civakî û ticarî de bicih kiriye û di jiyana civakî de cihek çalak qezenc kiriye. Di aliyê wêje de, xwedî cihek taybete. Wek yekem kesa ku bi Farisî di axive tê qebulkirin. Jiyana wê di berhema Avfî ya ‘Lubab el-Elbab’ de cih girtiye, li ser rola wê ya di pêşxistina wêjeya jinê de, xebatên akademîk hatiye kirin.
Trajediya Rabiya Belhî û Bektaşê dildarê wê
Jiyana Rabiya Belhî, bi yek ji çîrokên herî trajîk ya wêjeya Farisî bi dawî dibe. Birayê wê Harîs piştî mirina bavê wê diçe cihê bavê xwe û koleyek bi navê Bektaş ê Tirk heye. Rabiya bi veşartî jê hez dike, lê belê ew eşq di şahiyek a qesrê de derdikeve holê. Li ser vê yekê Haris Bektaş dixe di çalekê de wî heps dike û demarên Rabiya jî jê dike û wê di hemamek girtî de digre. Rabiya beriya jiyana xwe ji dest bide, bi xwîna xwe rêzikan li ser dîwar dinivîse. Bektaş jî piştî ku ji çalê direve, piştî dizane Rabiye miriye, rêveberê herêmê dikuje û piştre dawî li jiyana xwe tîne.
Bivî awayî Rabiya Belhî weke efsaneyekê dikeve nava helbestan û xelk wê bibîrtîne. Ew sembola jinan ku zorê dide sînoran û le pey a dilê xwe diçe heta ku dawiyeke trajîk dijî. Di sedsala 20.de sînemaya Exanistanê ew bibîrtîne û filmekî bi navê “Rabiya Belhî” çêdike. Film di sala 1974’an de ji hêla derhêner sê derhêneran ve tê çekirin ku navê wan wiha ye; Abdul Khailq Alil, Daoud Farani, Mohammad Nazir.
Rêzikên Rabiya Belhî yên dawî;
Ew dikarîbû di nava van mêran de li hemberî bi dehan kesan bisekine
Axivî, rabû ser lingan û wek mêrekê rûnişt
Li wê derê ew girtin û Bektaş birin
Ji bo kes nas neke, ew dûrxistin!
Nîşe: dîmen ji filmê “Rabiya Belhî” yê ku di sala 1974’an hatiye çêkirin hatine girtin.
JÎNHA/NAVENDA NÛÇEYAN







