
- Fatma Îsa piştî salan strana Têlî dîsa bi dengê xwe yê xweş û bi bandor dibêje. Her çiqas zihniyeta baviksalar wekî jinekê ew asteng kiribe jî wê bandoreke mezin bi dengê xwe li ser gel çêkir. Ger astengî tuneba wê Fatma îsa bi gelek berhemên din bi dengê xwe yê bi efsûn pêşkêşî gel bikira.
Fatma Îsa dengbêjek e. Bi stranên wê ji bo Radyoya Êrîvanê digot, nemir bû. Awaza wê li seranserê Kurdistanê belav bû û vê yekê ew kir hunermendek navdar. Lêbelê, wê tenê carekê ji bo radyoyê stran gotin. Çimkî li hemberî wê hinek qalibên civakî hebûn.
Wê pênc stran gotin. Bi van pênc stranan navê xwe di dîrokê de nivîsand. Ger astengî tuneba wê Fatma îsa bi gelek berhemên din bi dengê xwe yê bi efsûn pêşkêşî gel bikira.
Fatma Îsa di sala 1934'an de li gundê Erezdeyanê, navçeya Vedîyê, Ermenistanê ji dayik bûye. Malbata wê ji eşîra Qerka bû, ku ew jî ji eşîra Birûk bûn. Paşê, navê gundê wan bû Yêrasxavan û navê navçeyê jî bû Ararat. Gund 50 kîlometre dûrî Yêrêvanê ye.
Dema em li jiyan û dîroka kurdan dinêrin bi êş û têkoşînê derbas bûye. Li ser vê yekê surgun jî zêde bûye. Zarokatiya Fatma Îsa di salên 1930'yî de pir dijwar derbas bûye. Malbata wê xizan bû û sala 1937'an ji bo Kurdên Misilman ên li Ermenistan û deverên din ên Yekîtiya Sovyetê dijiyan serdemek pir zor bû. Kurdên Misilman ên li Ermenistanê bi piranî li deverên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê dijiyan. Gelek Kurdên Misilman ji ber têkiliyên xwe yên bi Misilmanên din ên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê re ber bi Asyaya Navîn û Qefqasyayê ve hatin sirgûnkirin. Malbata Fatma Îsa, hat parastin û neçûn koçberiyê. Fatma Îsa tevî hemû zehmetiyan li berxwe daye.
Gelek caran dema Fatma Îsa stranan dibêje ew êşa di zarokatiya wê de, di reşikên çavên wê de diyar dibe. Fatma Îsa hê 6 salî bû bavê wê Îsayê Ûsivê Elo çû ser dilovaniya xwe. Du sal derbas nebûbû, diya wê Başa Lelo jî çû ser dilovaniya xwe. Apê wê Mehmedê Ûsivê Elo ew û xwişka wê Gûrçik bir û mezin kir. Ev salên dijwar çîrokeke dirêj ji mirov re rave dike.
Ev çîroka êşa zarokatiya Fatma Îsa piştre jî dewam kiriye. Ji vê çîroka jiyanê dibe ku romanek jî bê afirandin. Di sala 1943'yan de, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ji ber zehmetiyên aborî, wan gundê xwe terikandin û koçî Hemzelû (Marmaraşên) kirin. Fatma Îsa çend sal şûnda zewicî. Zarokên Fatmayê tunebûn. Xizmên hevjînê wê Hemzê Sinco hewl dan ku wî razî bikin ku bi jineke din re bizewice. Çend sal şûnda, Hemzê Sinco bi jineke din re zewicî û şeş zarokên wê çêbûn. Fatma Îsa ji van zarokan wekî yên xwe hez dikir, lênêrîna wan dikir û wan mezin dikir.
Çîroka hunermendiya Fatma Îsa ne çîrokek ji rêzê ye. Meraqa Fatma Îsa ya ji bo muzîkê di temenê biçûk de dest pê kir. Wê kilam û stranên ku di şahiyan, dawetan de dibihîst digot. Wê bi behre û helwesta xwe hunereke giranbiha diafirand. Fatma Îsa xwediyê dengekî pir baş bû. Ew her tim li hemî şahiyên ji hêla jinên gund ve dihatin organîzekirin amade bû.
Rojekê di sala 1964'an de, Xelîlê Çaçan Mûradov, serokê Radyoya Erêvanê, serdana gundekî nêzîkî gundê wan kir. Pêşkêşvan Mehmedê Silo ji Xelîlê Çaçan Mûradov re qala deng û jêhatîbûna xweşik a Fatmayê kir. Xelîlê Çaçan Mûradov pêşniyarek ji Fatma Îsa re şand ku di radyoyê de stranbêjiyê bike. Di wan salan de, jinên mîna Sûsîka Simo û Belga Qado û paşê Zadîna Şekir û Tukasa Xemo jî di radyoyê de stranbêjî dikirin. Lêbelê, ev hemû jin Kurdên Êzîdî bûn. Ji aliyê din ve, Fatma Îsa ji malbateke misilman dihat û stranbêjiya jinan di civaka wê de baş nedihat qebûlkirin. Ji ber vê yekê, wê tenê dikaribû li hawîrdorên ku jinên din lê hebûn stranbêjiyê bike. Bi piştgiriya biraziyê xwe, Fatma Îsa malbata xwe razî kir ku bila ew di radyoyê de stranbêjiyê bike û çû mala Mehmedê Silo. Li wir, dengê wê hate tomarkirin. Fatma Îsa her wiha bi strana Miho dengekî ew ê tu carî neyê jibîrkirin di dîrokê de hişt. Wê rastiya civaka kurd, êş, evîn û çîrokeke dirêj a Gelê Kurd bi awaza xwe pêşkêş kir.
Fatma Îsa tenê carekê li radyoyê stran got û ev pênc stran tomar kirin. Ew pênc stran ev bûn: "Miho", "Êrê dînê", "Şêro, Dîno, Lewendo" (wekî "Li ser rîya bajêr" jî tê zanîn), "Lo, lo, gede" û "Her deme, deme." Dema ku ev stran dihatin tomarkirin, hostayê bilûr (bilûr) Xelîlê Evdile bi bilûra xwe pê re bû. Bê guman, Fatma Îsa gelek stran û kilamên din dizanibû, lê ew zihniyeta yekperest jê re bû asteng. Di nav stranên ku Fatma Îsa digot de, ya herî zêde jê hat hezkirin "Miho" bû. Ev strana ji hêla Fatma Îsa ve bi dengê xwe yê zelal hatiye gotin, di dilê her kesî de cih girt û çîrokeke evîna rastîn vedibêje. Fatma Îsa ev çîrok cara yekem ji xesûya xwe bihîstiye. Li gorî Fatmayê, rojekê xesûya wê, Xamê, wê vexwendiye mala xwe. Dema ku Fatma gihîşt malê, wê xort û keçên ciwan dît ku xwe wekî zarokên Têlîyê Rihan dane nasîn. Li wir, wan çîroka diya xwe Têliyê Rihan û Miho ji Fatma Îsa re gotin. Fatma Îsa bi hunera xwe li ser textê dîrokê bû yek ji jinên ew ê tu carî neyê jibîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN







