- Nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu da zanîn divê zimanê Kurdî pêşî bibe zimanê fermî, pişt re bibe zimanê perwerdeyê, bilezî saziyên wî yên parastin û geşedanê bêne avakirin û got:" Divê zext û zorên li ser ziman û wêjeya kurdî bên rakirin, ji aliyê dewletê ve ligel zimanê tirkî zimanê kurdî jî bê parastin."
ROZA METÎNA/AMED
43 berhemên nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu hene. Mehmet Oncu di beşa folklora kurdan de jî xebat dane meşandin û heta niha keda wî ya di qada ziman û wêjeya Kurdî de dewam dike. Mehmet Oncu li ser mijarên naveroka berhemên xwe, girîngiya ziman û wêjeya Kurdî, bandora ziman û wêjeya Kurdî, têkoşîna ji bo ziman û wêjeya Kurdî nirxandin kir.
Mehmet Oncu da zanîn wî di qada folklora kurdan de gelek berhem çap kirine û wiha got:"Min di sala 1979'an de dest bi tomarkirina gotinên pêşiyan kir. Belê wê demê haya me li ‘abc’ ya nemir Celadet Elî Bedirxan tunebû, min bi çend nîşan lê zêdekirinê, bi elfabeya Tirkî karê tomariya berhemên Kurdî ên folklorîk kir. Wan deman çend hevok nivîsên bi Kurdî ji firotina esrarê girantir sûcek dihêwirand, lewma jî min nivîsên xwe, di kun û kunêzkên mala bavê xwe de vedişartin. Di nav kesên ku koçî bajêr kirî de gelek kesên di warê folklora me de zana û şaraza hebûn, min ji ew kal û pîrên şaraza re wek kesên çavkanî û jêderk hevdîtin û hevpeyvîn dikirin. Pişt re min çeperê berhevkariya xwe firehtir kir, ne bi tenê gotinên pêşiyan, min çîrok, çîvenok, serhatî, serborî, pêkenok, fabl, tiştanok, lezbare, zûgotinok, hevalok, xweşgotinok, biwêj û anektotên di nav gel de dihatin gotin jî kom kirin. Pişt re stranên di nav gel de bala min kişandin û min bîrek ji stranên ku li herêma me dihatin gotin jî kom kirin. Min gelek berhemên folklorîk weşandin, dest bi nivîsandina berhemên wêjeyî kirin."
Tevî zextan Kurdî li ser piyan ma
Mehmet Oncu li ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî wiha got: "Zimanê kurdî, îro li rûzemînê û di qada navnetewî de, di nav binemalên zimanên cîhanê de ji zimanên herî kevn û qedîm yek e. Zimanekî bi hêz û dewlemend, têrberhem ku bûye zimanê gelek şar û şaristaniyên hatî damezirandin. Li ser ax û erdnîgariyeke fireh şax vedaye û ji gelek zimanên ku îro pêşketî re bûye kana peyvan. Şik li ser nîne ku zimanê kurdî makeziman e, xwedî pergaleke bêhempa ye. Ji ber ku çand û keleporeke xurt li pişte, ji alî vegotinê ve zimanekî bêkêmasî, zor zelal û herekbar e. Erê, ji ber ku saziyên vî zimanî ên fermî pêk nehatine, hêz û dewletek ne li pişt e, îro nêzî sed salan e di bin zor, zext û tazyîka asîmîlasyon û pişaftinê de ye, nehiştin ku bibe zimanê perwerde û ragihandinê, li hemû qadên jiyanê hatiye îzolekirin, vê yekê jî têrê nekiriye, ew ziman tevî çanda wê hatiye kirîmînalîze kirin, him li Kurdistanê, him jî li metropolên Tirkiyeyê, ji layê dewletê ve hatiye terorîzekirin. Dîsa jî ev ziman li ser piyan maye û bi xurtî û berxwedanê dest bi afirandina wêjeya xwe kiriye, hêdî hêdî nivîskarên serkeftî û berhemên wan ên giranbiha derdikevin û tên belavkirin."
Divê zimanê Kurdî bibe fermî
Mehmet Oncu li ser mijara ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî jî ev tişt gotin: "Bi ya min, divê ew ziman pêşî bibe zimanê fermî, pişt re bibe zimanê perwerdeyê, bilezî saziyên wî yên parastin û geşedanê bêne avakirin, zext û zorên li ser ziman û wêjeya kurdî bêtin rakirin, ji aliyê dewletê ve ligel zimanê tirkî zimanê kurdî jî bê parastin. Ji bilî van divê dewlet her berhema ku bi kurdî hatî weşandin, ji bo pirtûkxaneyên hemû Tirkiyeyê bistîne, tê de bicihkirina wan bi awayekî fermî bişopîne. Bi qesta çapkirin û weşandina berhemên folklorî dewlet bi awayekî lez fonekê pêk bîne û li gorî rêzik û rêbazan weke hîbe bide weşanxaneyên Kurdî."
Divê zimanê zikmakî bi kar bê
Mehmet Oncu bal bir ser têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de û wiha pê de çû:"Bêguman wêje bi zimên tê afirandin, zimanekî xurt û dewlemend jî pêşî li pêkhatina berhemên wêjeyî ên baş vedike, derfetê dide ku berhemên bi hêz û dikarin tîna xwe li ser civakê bikin bêne afirandin. Divê nivîskar di berhemên xwe yên wêjeyî de zimanê zikmakî bi kar bîne, ger ku bi zimanê gelê xwe bi kar neyîne, nikare bi zimanekî biyan, derd, keder, astengî û şayiyên gelê xwe bi awayekî baş û rehet bîne ziman. Car heye hest û nihêrînên gel, di vegotina zimanê biyanî de hilnayên. Ger nivîskar weke nemir Yaşar Kemal jêhatî û pîrê karê xwe bin jî, wê demê ew berhema hatî pê, nabe malê zimanê kurdî, qeyda wê berhemê li ser navê zimanê tirkî çêdibe û berhem nabe berhemeke kurdî."
Bandorên ziman û wêjeyê
Mehmet Oncu li ser bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê wiha nirxandin kir:"Di roja me de rola wêjeyê ya li ser gel û civakê gelek grîng e. Meriv nikare bi rêya leşkerî û bi darê zorê, di nav gelekî de şoreşa sinc û rewiştî pêk bîne, lê belê bi wêjeyeke xurt, dikare vê yekê pêk bîne. Wêjeya xurt û serkeftî tîneke pir xurt li ser civakê çêdike, di perwerdeya zarok û kesan de pêşî li têgihêştandina mirovên rast û dirist vedike. Wejeya baş û bi tîn ne bi tenê li ser gelê xwe, bi riya wergerê tînê li ser gelên cîhanê jî dike. Bandora ku Jean Valjeanê Vîctor Hugo û Raskolnikovê Dostovyevskî li ser gelên Fransiz, Rûs û dinyayê kirî hîn jî dewam e."
Divê em dev ji mafê ziman bernedin
Mehmet Oncu bal bir ser têkoşîna di warê zimanê Kurdî de û wiha bi dawî kir:"Ji vê gavê pê ve, tiştê ku gelê kurd û nivîskarên vî zimanî bikin, hîn zêde bûn. Ji ber ku bi hemleyeke nû, têkoşîna çekdarî hêdî hêdî dadikeve qada demokratîk. Ji vê pê ve pêşi li daxwezên gel ên demokratîk vedibe. Jixwe gel û nivîskarên vî gelî heta îro, tevî zext û zorên li ser vî zimanî, biqasî hêza xwe ziman parastin, li gorî qedexeyên zor giran li ser zimên hebûn, nivîskarên vî zimanî bi berxwedaneke bêhempa di nivîsandina bi kurdî de rîtimandin. Pirs û pirsgirêkên nivîsa vî zimanî dane ber hev, bi kedeke bêhempa îro zimanê me anîn asta zimanekî standart. Lewma jî divê ji vê şûnde kurd, li qadan dev ji xwestina mafên zimanê xwe bernedin. Li her der û derfetekê de daxwaza rabûna zext û zorên li ser vî zimanî bikin. Dîsa ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û fermîbûna wî tekoşîna xwe rakin asta herî bilind."