Zimanê Suryanî di bin metirsiyê de ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 21 Sibat 2026 - 02:30

Zimanê Suryanan ku yek ji gelên herî qedîm ên erdnîgariya Mezopotamyayê ne, bi tunebûnê re rû bi rûyê ye. Li gorî Atlasa Zimanên di Bin Metirsiyê de ya UNESCO’yê, li Tirkiyeyê 18 ziman an jî zarava hene ku li ber winda bûne ne an jî di bin metirsiyê de ne. Suryanî jî yek ji van e. Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê di navbera 15 hezar û 20 hezar Suryan dijîn. Nêzî 15 hezar Suryan li Stenbol û bajarên derdorê yên din jî li Herêma Turabdînê ya li Mêrdîn û Şirnexê dijîn. Dibistana dawî ya Suryanan di sala 1928’an de li Mêrdînê hatibû girtin. Weqfa Dêra Meryem Ana ya Suryanên Qedîm a Stenbolê, di sala 2013’yan de ji bo vekirina zarokistanê hewl da. Lê belê ev hewildan bi astengiya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî re rûbirû ma. Dadgeha Îdarî ya 13’yemîn a Enqereyê, biryara wezaretê ya ku destûr nedida Suryan dibistanê vekin, betal kir. Li ser vê yekê Suryanan di sala 2014’an de Zarokistana Suryanî ya Mor Efrem vekir û dest bi perwerdeya Suryanî kirin. Bêyî vê dibistanê, dibistanekê din a ku bi Suryanî perwerdeyê dide tune ye. Lêbelê di hin dêr û keşîşxaneyan de dersên Suryanî tên dayîn. Yekane cihê ku Suryan lê birêxistin bûne, Federasyona Komeleyên Suryanan (SUDEF) a li Midyadê ye. Lêbelê di federasyona ku 8 komele tê de cih digirin de jî ziman nayê hînkirin. Serokê Federasyonê Evgîl Turker, bi minasebeta salvegera 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, rewşa Suryanî û pêşniyarên çareseriyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Bandora Erebî û Tirkî

Turker anî ziman ku bi serdestiya Erebî re gelek kesên bi Suryanî diaxivîn dest bi axaftina Erebî kirine û got:“Li Sûriyeyê, Lubnanê, Iraqê û li hin derên Tirkiyeyê, ziman Erebî cihê Suryanî girtiye. Mixabin îro gelek Suryanên Sûriyeyê, ez dikarim bibêjim ji sedî 80, bi Erebî diaxivin. Dema em erdnîgariya Tirkiyeyê dinirxînin, li herêma Botanê zimanê herî bihêz ê axaftinê bû. Di salên 80’ê ve, her ku koçberiya Suryanan zêde bû, ziman jî her ku çû lawaz bû. Berê pergala medreseyan hebû. Em hemû li wir hîn dibûn. Ew jî lawaz bû. Herwiha keşîşxane hebûn. Teolojî, felsefe, matematîk, ziman, wêje. Keşîşxaneyan ev ziman heta roja me ya îro anîn. Piştî koçberiyê ev jî lawaz bûn. Îro tenê li Midyad û derdora wê û li Sûriyeyê tê axaftin. Li Rojava ev têkoşîn hat dayîn. Li Tirkiyeyê jî hin hewildan çêbûn. Em rûniştin û me nîqaş kir. Lê me nekarî em plan û bernameyekî diyar bikin. Mixabin zarokên me di navbera xwe de bi Turkî diaxivin.”

Banga li rêveberiyên xwecihî û dewletê 

Turker anî ziman ku di vê mijarê de erk û berpirsiyarî dikeve ser milê dewletê û rêveberiyên xwecîhî jî û got:“Tiştên ku divê dewlet bike hene. Divê dewlet van dibistanan finanse bike. Yek ji pirsgirêkên me jî ev e. Ji bo Wezareta Perwerdehiya Neteweyî budçe tê veqetandin, divê ji bo vê jî budçe were veqetandin. Berpirsiyarî dikeve ser milê rêveberiyên xwecîhî jî. Divê rêveberiyên xwecîhî jî piştgirî bidin. Mînak di sala 2014-2015’an de ‘şaredariya pirzimanî’ dîrûşmek xweş bû. Hin cihan hin gav hatin avêtin. Piştre ev sekinîn. Helbet rewşên cuda pêş ketin. Qeyûm hatin tayînkirin. Tevgera Kurd, şaredariyên DEM Partiyê divê li ser vê mijarê bisekinin. Şaredariya pirzimanî girîng e. Jixwe herêma me pirzimanî ye. Li Midyadê 4 ziman tên axaftin.”

MA/AZAD ALTAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.