Helbest pêsîra şevê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Adar 2025 - 18:00

  • Helbestkar Zozan Gulan diyar kir ku helbest dikare bibe zimanê lihevhatinê û maneya helbestê ji bo xwe wiha rave kir; ‘’Helbest pêsîra şevê ye ku tu zanibî pê bimijî dê te xwedî bike ku tu nizanibî pê bimijî dê te di xew re bibe."

ROZA METÎNA/AMED

Helbestkar Zozan Gulan du berhemên wê yên helbestê yên bi navê "Ajero" û "Xunava Awiran" hene. Zozan Gulan di heman demê de bi helbestkar Nûrcan Delîl re xebateke hevpar a "Helbestên Jinên Wêjekar" li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd amade kiriye. Ev pirtûk jî ji helbestên kurdî yên jinên kurd pêk tê.

Helbestkar Zozan Gulan bal bir ser mijara ziman û helbesta Kurdî. Zozan Gulan a diyar kir ku ew û helbest hevdu temam dikin wiha got:"Dema tu helbestekê dixwînî yan guhdar dikî wekî tu xwe ji hemû nebaşiyan dawişîne. Tu di wê demê de tenê bi hestên xwe yên bêguneh re dikeve nav fikr û ramanên xwe."

Zozan Gulan a ku di destpêkê de li ser pênaseya helbestê sekinî wiha got:"Helbet pênaseya helbestê li gor her kesî diguhere li gor hin kesan hîç e lê li gor hin kesan her tişt e. Li gor hin kesan jî hîn pênaseya wê nehatiye kirin. Berî her tiştî em hemû jî dizanin zimanê helbestê zimanekî aştiyane ye û rengê jinê di helbestê de xwe dide pêş. Wekî di demên şer û pevçûnên eşîran de jinê çawa bi laçika xwe şer didan sekinandin di qada wêjeyê de jî helbest dikare bibe cureyekî aştiya guloka tayê lihevketî ya di nav wêjeyê de. Yanî dikare hemû beşên wêjeyê li hev bîne û bibe zimanê lihevhatinê.Ya din ji ber ku min hemû helbestên xwe bi bi şev û heta karim bêjim ji nîvê şevê şûn de, nivîsandiye ez karim bêjim helbest ji bo min, 'pêsîra şevê ye ku tu zanibî pê bimijî dê te xwedî bike ku tu nizanibî pê bimijî dê te bi xew re bibe'. Yanî bi şev li helbestê digerim helbest jî li mim digere. Em her sê hevdû temam dikin. Nizanim rihê şevê tiştekî çawa ye lê bi min hestê şevê jî heye lewma helbest bi şev ba min dike û dema helbestekê li şevê bar dikim hê dikarim xweş rakevim."

Rolîza xwe nekuje

Zozan Gulan di heman demê de bal bir ser mijarên di pirtûkên xwe yên helbestê de û wiha pê de çû: "Jin, evîn û rengê azadiyê di naveroka helbestê min de hene. Dixwazim mînakekê ji sernavê helbesta xwe bidim. Helbesteke min bi ser navê xwe 'Rolîza ye', dema min dixwend gelekan digot 'Rolîza' kî ye yan jî çi ye. Ji bo min jî 'Rolîza' hemû jin in. Di jiyanê de bi hezaran jin têne qetilkirin. Gelek caran bedewiya wan ji wan re dibe wekî sihûdek xerab. Mixabin ji ber vê gelek meseleyên giran têne serê wan. Di heman demê de vê rewşa ku jin di jiyanê de dijîn îja wer dibin, mêr di çîrok û romanên xwe de bi kar tînin. Mêr di serî de karekterên jin xweşik dikin û dû re jî dibin di behra mirinê de werdikin û dawî li çîroka xwe tînin. Min jî Rolîza ji nav karakterek romanê girt û min kir, 'Rolîza xwe nekuje'. Jixwe dema meriv helbestê dixwîne meriv fam dike ku Rolîza di nav romanê de ye."

Bandora helbestê ya li ser civakê 

Zozan Gulan li ser mijara bandora helbestê ya li ser ziman û civakê da zanîn helbest ji bo pêşketina civakî girîng e û wiha got: "Tiştê ku civakekê dike civak çanda wê zimanê wê û dîroka wê civakê ye. Kurd jî bi salan e bi qetilkirina çand, ziman û dîroka xwe re rûbirû maye. Helbet heger ku nivîskar bi nivîsên xwe re bi dîroka xwe çanda xwe û zimanê xwe re be wê ev yek bandorê li civakê jî bike. Em wiha bi çanda xwe re jî bimîne. Bi taybetî jî helbest. Me gotibû çi, me gotibû zimanê helbestê zimanekî aştiyane ye. Dema tu helbestekê dixwînî yan guhdar dikî wekî tu xwe ji hemû nebaşiyan dawişîne. Tu di wê demê de tenê bi hestên xwe yên bêguneh re dikeve nav fikr û ramanên xwe.”

Estetîka helbestê girîng e

Zozan Gulan da zanîn ku helbest xwediyê estetîkekê ye loma jî divê mirov qîmeta wê bizanibe û wiha dewam kir: "Di nivîsandina helbestê de, helbet pêşî hest zora min dibe, lê bê huner û estetîka helbestê jî nikarim helbestekê lê bikim. Ji bo min estetîka helbestê gelekî girîng e. Di helbestê de gotinên hunerî jî her tim derdikevin pêş. Cîhana helbestê cîhanek din e. Dema tu diçî wê cîhanê tu dibî av. Tu tî dibî, dar tî dibî, ax tî dibî, asîman tî dibî."

Divê xebatên helbestê zêde bin

Zozan Gulan derbarê girîngiya kar û xebatên di warê helbestê de wiha got:"Ji bo min pênûs çeka wêjeyê ye. Divê em vê çekê li dijî kesên ziman, çand û hunera me qedexe dikin em baş bi kar bînin. Bijî, bide jiyandin. Bixwîne bide xwendin. Loma jî kar û xebatên di qada ziman, çand û hunerê de gelekî girîng e. Dema em pêşengiya vî karî bikin wê bandorê li civakê jî bike. Ya girîng ew e ku em civakê têxe nava liv û tevgerekê. Ev liv û tevger wê ji bo nasnameya me jî gelekî baş be. Niha gelek kar û xebat di van qadan de tên kirin lê dîsa jî têr nake. Divê em kar û xebatên di qada helbestê de, hîn zêde bikin."

Li dijî êrişan em bi zimanê xwe bijîn 

Zozan Gulan li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî da zanîn divê têkoşîneke hevpar hebe û wiha bi dawî kir: "Êrîş ne tenê li ser ziman û helbestê ye êrîş li ser hebûna kurdî ye. Îro tu dinêrî li hêlekê behsa lihevatinê dikin û li hêla din jî ji her alî de êrîşî her tiştê ku rengê kurdewarî dide der, dikin. Wekî mînak em dikarin tayinkirina qeyûman ên li şaredariyên kurdan jî bidin. Gelê Kurd bi îradeyeke xurt şaredariyên xwe bi dest dixin lê belê ji wan tê girtin. Divê her kes li dijî van êrişana, di qada xwe de li berxwe bide û helwestek xurt a nerazîbûna xwe nîşan bide. Li dijî êrişan divê em li her qadên jiyanê bi zimanê xwe bijîn û biaxivin. Çimkî ziman deng, reng û hebûna gelekî ye. Belasebe zanyaran negotine,'Ku tu bixwazî gelekî tune bike di serî de divê tu ji zimanê wî dest pê bike.' Loma divê em li ser zimanê xwe bisekinin û bi zimanê xwe biaxivin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.