Bi girseyî serdana şîna şehîd kirin

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:42

Ji bo şervana YPJ’ê Arjîn Botan ku di 22’ê Çileya 2024’an de li Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, li mala malbatê ya li navçeya Hezexê ya Şirnexê şîn hate danîn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî çûn serdana şînê. Girseya ku li devereke nêzî cihê şînê kom bû, heta cihê şînê bi dirûşma “Şehîd namirin” meş li dar xist. Serdan, bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Emîne Akkuş di şînê de axivî, bal kişand ser Şoreşa Rojava û têkoşîna bi pêşengtiya jinan bi bîr xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Hezexê Songul Erdem jî got:“Serê gelê Kurd sax be. Serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Arjîn Botan, tev li têkoşîna azadî û şoreşê bû. Em çi bibêjin kêm dimîne. Em ê hêjayî bîranîna wan bijîn.” Wekîlê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî têkoşîna YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û got:“Bi xêra wan dinya ji xetereya DAIŞ’ê rizgar bû. Wan, cisareta gelê Kurd nîşanî hemû dinyayê da. Berxwedana Kobanê bû dawiya hovîtiya DAIŞ’ê. Ne ji berxwedana Kobanê bûya, wê îro gelê Kurd nekariya têkoşîna hebûnê bidomanda. Kobanê ji bo me qonaxek e. Heke îro li Tirkiyeyê pêvajoyek hebe, ev bi xêra têkoşîna van lehengan e. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em ê tu caran serî netewînin. Bi serxistina pêvajoyê em ê hêjayî wan bin. Ji bo jiyaneke azad em ê bênavber têbikoşin. Ji bo neteweya demokratîk têkoşiyan û ji bo serxistina wê armancê em ê di her kêliyê de têbikoşin.”  Dayika şehîd Arjîn Botanê Talîa Çaglarê jî got:“Şehîd, şehîda gelê Kurd e. Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be.” Serdan, bi kirina duayan bi dawî bû. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.