Danûstandinên dîplomatîk didomin
Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:58

Li Sûriyeyê hevdîtinên li ser peymanê û danûstandinên dîplomatîk dewam dikin. Di vê çarçoveyê de heyeta Şamê ya ku li Kobanê û Hesekê hevdîtinan dike, tê payin ku îro li Qamişloyê jî hevdîtinekê bike. Tê gotin, QSD jî ji bo bi Hiumeta Şamê ya Demkî re karekî hevpar bimeşîne amadekariyan dike. Her wiha tê gotin, ji bo Alîkariya Wezareta Parastinê û Walîtiya Hesekê hin nav ketin rojevê. Li gorî agahiyan, tê payin ku di van mijaran de rojên bê di asta biryarnameyê de gav bêne avêtin. Dibe ku QSD di demeke nêz de navên ku li saziyên dewletê karê hevpar bimeşîne bi rengekî fermî eşkere bike.
Rayedarên QSD'ê û Rojava balê dikişînin ser girîngiya entegrasyon û çareseriyeke berfireh û hevgirtî.
Ji bo pergala îdarî û siyasî ya li Sûriyeyê jinûve ava bibe, hewldanên dîplomatîk dewam dikin. Tê gotin, heyetên Şam û QSD'ê di hevdîtinan de mijarên deriyê sînor, balafirgeh, entegrasyona saziyên îdarî û gelek mijarên din dinirxînin.
Li herêmê şer kêm bibe jî tê gotin ku metirsiya êrişan hîn bi temamî neqediya ye.
NAVENDA NÛÇEYAN














