Akademîzm

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Çile 2026 - 20:00

  • John Berger piştî bi kurtasî behsa peykersaz Ernst Neizvesnty dike, meseleyê tîne ser akademîzmê. Li têkiliya akademîzm û dewletan dikole. Bi awayekî zelal nîşan dide û dibêje ku akademîzm jî têra xwe hene. Ango gunehê wan ne hindik e!

 

ARDÎN DÎREN

Huner kîjan pêdiviyan dibersivîne?

 “Halê dinyaya îro ne ti hal e. Heger em bi vî halê dinyayê razî bibin, bi biryar û sebreke mezin hewl nedin wê biguherînin, ew ê hemû nirxên me bê mane bibin.”

John Berger

Rexnegirê hunerê John Berger ji bo karibe li ser hunera Sovyetê çend gotinan bike saleke xwe ya sax li Sovyetê dibuhirîne. Pişt re jî pirtûka xwe ya bi navê “Huner û Şoreş-Ernst Neizvestny, Qewîtî û Rola Hunerê” dinivisîne. Ew di şexsiyeta peykersazekî şoreşger de hunera welatekî bi çavdêriyeke xurt dinirxîne û şirove dike. Di serê pirtûka xwe de ango di pêşgotina pirtûkê de van hevokan rêz dike; “Di nav salekê de ez gihîştim vê encamê; divê mirov hunermendan li gor ‘nirx’an nepîve. Ev nêzîkatî û heweseke vala ye. Tiştê girîng ev e; huner kîjan pêdiviyan dibersivîne?”

Beriya daxilê nav pirtûkê bibim û bi çavdêriyên John Berger dakevim ev hevok û pirs gelekî bala min bire ser xwe. Û bivênevê min ji xwe pirsî; “Hunera me Kurdan bersivê dide pêdiviyan? An jî hunera me pêdiviyan dibersivîne?” Her wiha ev meseleya “pêdivî û huner” çiqas bala hunermendan dikşîne? Pêdiviyên ku divê huner wan bibersivîne çi ne? Bi awayekî maddî û manewî gava berhemekê diafirînin vî tiştî -pêdiviyan- ji xwe re dikin xem an bêyî xemxuriyekê hema wisa ji nişkê ve tenê ji bo ku navê hunerê li karê xwe bikin, dixebitin an jî xebatan dibin serî. Pirs bi vî awayî dirêj bûn di serê min de.

Ji siya bin darê zeytûnê ber bi tava tûj a dewletê

John Berger piştî bi kurtasî behsa peykersaz Ernst Neizvesnty dike, meseleyê tîne ser akademîzmê. Li têkiliya akademîzm û dewletan dikole. Bi awayekî zelal nîşan dide û dibêje ku akademîzm jî têra xwe hene. Ango gunehê wan ne hindik e! Ji lewma ev têgeh ango peyv bi wextê re ji wê “siya bin dara zeytûnê” bi dûr dikeve û dikeve bin tava tûj a dewletê! Bi vî awayî piştî ku erka siyasî ango dewlet bi xwe li ser akademîzmê hikmê xwe pêk tînin, akademîzm ji maneya xwe ya destpêkê -ya ku şagirt li dora dara zeytûnê kom dibûn û bêhna xwe vedidan li bin siya wê darê- dûr ket. Bi gotina John Berger piştî salan akademîzm dibin amûrê dewletê û dewlet li gor berjewendiyên xwe van akademiyan pirr xweşik bikartînin. Heger em dil û guhê xwe bidin nirxandinên John Berger em ê baştir têbigihîjin ji vê meseleyê; “Akademî weke berê di roja me ya îro de jî weke amûrên dewletan tên damezirandin. Peywira wan jî ewe ku gor siyaseta dewletê teşe bidin hunerê. Vî tiştî ango teşedayînê bi darê zorê nakin. Bi hunera gelerî ya ku dîtinên dewletê diparêze vê yekê didomîne û ji rêgezan pergalekê ava dike. Dibe ku ev bîrdozî kevneperest be jî û dibe ku şoreşger be jî. Lê taybetmendiyên hemû akademiyan ku qet nayên guhertin ev e; teoriyê ji pratîkê ango tiştên ku tên girtin cûda digire û dinirxîne. Her tişt bi rêgezan dest pê dike û bi rêgezan bi dawî dibe.”

Hunera “sen’etkar”an û rexneyek li Akademîzmê!

John Berger li ser xebat û berhemên “sen’etkar”an jî disekine. Ew dide zanîn ku gava “sen’etkar”ek bi huner û berhema xwe dadikeve rêgezên xwe bi awayekî xwezayî di dema pratîka karê xwe de ava dike. Her wiha gava hinek kes berhemên van “sen’etkar”an kopya dike jî em weke bîner pê derdixin bê ka kîjan huner sexte ye û kîjan a hosteyên hunerê ye! Yanî bala me dibe ser cûdahiya di navbera kopya û reseniyê de û dibêje; “Gava huner bi vî awayî pêk tê di siberojê kirdeyê ku ew ê karibe van rêgezên giştî xera bike yan jî biguherîne derdikeve holê. Fersendeke bi vî awayî her tim heye. Di wê rêya ku kirde vedike de ji rêgezan wêdatir, tiştên nû dikarin peyda bibin.” John Berger piştî vê çespandina xwe vê carê rexneyekê li akademîzmê dike û dibêje; “Berevajî vî tiştî akademî hemû tevgerên hunerî dixe xefika navendîbûnê, hemû pîvan û darazan saz dike. Huner û çalakiyên dilnizm ên ku li dervayî kontrola wan dimîne jî weke tiştekî hoveber -ilkel- an jî ‘hunera gel’ pênase dike û li rûyê van huneran nanihêre. Bi vî awayî ji dêvla ku rêgez ji tevgerên azad ên hunerî û mînakên ‘sen’etkar’an ava bibin, hêza xeyalên hunermendan di destpêkê de têk diçe, dikeve qalibekî û kedî dibe. Dibe ku Akademîzm di hin rewşan de şoreşger were xuyakirin lê ew li ser navê hunerê her tim derbeke kujer e. Ango hunerê dikuje!”

Ji rêgezan wêdatir rêyên “nû”….

Em ê rêgezan ku her tiştî dikin navend ava bikin an jî kirdeyên ku bi rêya pratîkê ji rêgezan wêdatir diçin ava bikin? Bi rêya akademîzma ku em difikirin…? Gelo ew ê akademiyên me -ku em bi xeyala wan radizên û radibin- bi rêya kirdeyên azad û pratîkên “sen’etkar” î tiştên “nû” peyda bikin an ew ê jî bikevin xefika navendîbûnê û rêgezên ku ew ê qet neyên guhertin û weke qalib bimînin ava bikin? Weke ku John Berger jî îşaret dike “dibe ku akademîzm şoreşger be jî” Gelo akademîzma di serê me de kevneperest e an şoreşger e? Akademîzma ku em difikirin û xeyal dikin xwe dispêre çi? Ev pirsên muhîm in ku divê hemû kesên bi xema akademîzmê radibin ji xwe bikin. Di gelek karên xwe de em jî niha weke pergala dewletê dixebitin û kar dikin. Nêzîkatiya me û ya wan heman tişt e. Kêngî kar hat ber me û ji me re hat gotin; “Akademî ava bikin!” em radibin ji serî de destpê dikin! Em weke ku berê cerebeyên me çênebûbin û di destê me de tiştek tine ye tevdigerin. (A rast di destê me de tiştek jî tune ye! Ji lewma em li wê hafizeya xwe ti carî xwedî derneketine, dernakevin jî. Ev jî rexneyeke li me hemû kesên ku bi awayekî di keviya akademiyê re buhirîne û li wir tasek av vexwarine) Mixabin ji ber xwe de -weke kirdeyên azad û serbixwe- em li hev kom nabin û nabêjin; “Pêdiviya me bi akademiyekê heye. Pêdiviyên me hene û divê huner ji van pêdiviyan re bibe bersiv.” Pêvajo ti carî bi vî awayî pêk nayê. Di ser pêdiviyan de em berê xwe nadin huner û akademiyê…Îlem divê “hinek kes” kar û xabetekê deynin pêşiya me û bibêjin dest bi vî karî bikin. Naxwe em -kesên ku xema akademiyeke azad dixwin- ji ber xwe de, bêyî ku hinek vî karî deynin ber me ranabin doza tiştekî bi vî rengî nakin. Ev nakokiyeke dijwar e! Divê beriya her tiştî em ji vê nakokiyê xelas bibin. Ev kar ne karekî demkurt e ku li gor şert û mercan an jî pêvajoyê teşe bigire. Her fikreke xweşike û divê mirov tim pê bijî di hemû şert û mercên dijwar de jî. John Berger gava behsa avabûna akademîzmê dike Fransa û Rûsyayê dide ber hev. Li gor wî bingeh û rêûresmên li Fransayê başbûne ji bo akademî werin ava kirin.  Lê li Rûsyayê ev şert û merc tinebûne. Rûsya mecbûr bû girseyeke ku bi hunerê re mijûl bibe ava bike. Ji ber ev girse jî bi darê zorê hatiye avakirin ew ê “konformîst û nezan” bimaya. Aha ev neqebeke girîng e. Divê akademîzma me bi darê zorê neyê avakirin…divê di herka xwe de, bi awayekî xwezayî û dildarî ava bibe. Ne ku ew weke “bar” û “kar”ekî werin dîtin! Naxwe wekî din em ê jî di nav “konformîzm û nezaniyê” de bifetisin! Ji lewma akademiyên ku bi darê zorê werin ava kirin ew ê ti carî nikaribin rêyên “nû” peyda bikin û ew ê kirdeyên nû kulîlk venedin di baxçeyê van akademiyan de.

Serhildêriya li hember akademîzmê; Hunermendên Gerok

Di dawiyê de di sala 1863’an de li hember akademîzmê serhildanek pêk tê. Ev serhildaneke polîtîk bû. Li Rûsyayê 13 şagirtên akademiyê mijara ku akademî ji bo “xelata madalyaya zêrîn” diyar kiribû qebûl nekirin û nerazîbûna xwe anîn ziman. Mijar ev bû; Li Valhalayê Şahiya Xwedayan. Lê ev 13 şagirt bi israr temayeke Slav dixwestin û pêşniyaza wan ev tema bû. Ji ber vê daxwazê ev şagirt ji akademiyê tên avêtin. Paşê van şagirtan -ji nav wan hunermendên weke Repin û Yoroşenko derketin- komeke hunermendan a bi navê “Hunermendên Gerok” ava kirin. Wan vî navê li xwe kir ji lewma bi “pêşangehên gerok” diçûn gund û bajaran. Bi vî awayî dixwestin bi xelkê re hişmendiyekê ava bikin û bi vê hêviyê weke hunermendên gerok berê wan tim li “rêyên nû” bû…John Berger qîmeteke mezin dide vê serhildêriya wan lê rexneyeke wiha jî li wan dike; “Resm, huner û armanca van hunermendên gerok her çend wêrek be û berhemên ewil ên şoreşger werin hesibandinê jî, wan fam nekir ku wan dikarîbû nirxên teorîk ên akademîzmê binpê bikin. Tevî ku wan ji bo azadiyê gelek talûkeyan dabû ber çavên xwe jî di hin meseleyan de, nexasim di warê çalakiyên wêneyî de -ku bi rêya van çalakiyan dikarîbûn temsîl û nîgaşan ji nûve şirove bikin- bîra gelek tiştî nebiribûn! Ji lewma jî li Rûsyayê akademîzm bi aqil û qalibên dewletê hîmê xwe hîn qewîtir kir û li hember serhildêrên siberojê tim li ser piyan ma.”

 Neizvestny; hunermendê ku didize

Piştî salên 1930’an siyaseta Sovyetê ya fermî dîsa zexteke sar û dogma bire ser xebatên hunerî. Ew bi vê yekê jî têr nebû di heman demê de rê li ber girseya bînerên ku bi destê xwe ava kiribû jî girt. Encam; huner jî û girse jî paşve ket û pêşveçûyîn pêk nehat.  Piştî van salan jî li Rûsyayê çend hunermend li hember zext û dogmayên akademîzmê rabûn û hevkariya akademiyê red kirin. Ernst Neizvestny jî weke peykersazekî piştî mirina Stalîn derketibû meydanê. Ew bi huner û berhemên xwe li hember hunera fermî (akademîzm) ya Sovyetê serî radikir. Hunera wî li dervayî qalib û dogmayên hunera fermî ya Sovyetê diqîriya. Di sala 1965’an de li Moskowayê pêşbirkek tê çêkirin da ku “Abîdeyê Serketinê” were çêkirin. Ernst Neizvestny bi projeya xwe dibe yekem. Heta di nav juriyan de generalên “Artêşa Sor” jî hene. Lê akademîzma Sovyetê dikeve navberê û nahêlin abîde were çêkirin. Ew abîde bi ti awayî nehat çêkirin. Ji lewma kar û barên Neizvestny wan ditirsand. Ji hêlekê ve bi derfetên xwe dixebitî û ji hêla din ve jî peykerên wî xwedî girîngiyeke civakî bûn. Wî bi armanceke civakî van peykeran çêdikir. Bi gotina John Berger; “Sûcê Neizvestny takekesîtî bû. Lê bingeha vê sûcdarkirin û tawanbariyê ne ji ber hunera takekesî bû. Ew bi serê xwe li hember polîtîkaya hunerî ya dewletê radibû.” Peykersaz Neizvestny bi awayekî cidî şerekî dimeşand li hember akademîzmê. Ji ber hemû malzemeyên ji bo peyker di bin kontrola akademîzmê de bû, Neizvestny mecbûr dima ku “malzeme ji wan bidize”!

‘Tu çawa dikarî ewqasî li ber xwe bidî?’

Rojekê hunermendên ku ji dervayî akademiyê kar dikin dixwazin pêşangehekê vekin. Gazî Neizvesnty jî dikin. Bi şertekî tevlî pêşangehê dibe. Dixwaze kar û berhemên hunermendên ciwan jî di pêşangehê de cih bigirin. Pêşangeh bi kela canê gelek kesan radike û piştî salên dirêj xebatên hunermendên nifşê nû jî tên dîtin. Lê akademîzm û generalên hunera fermî ya Sovyetê ji bo ev pêşangeh pêk neyê çi ji destê wan tê dikin. Axir pêşangeh çêdibe. Di dema pêşangehê de generalên Sovyetî êrîşî Neizvestny dikin û dibêjin hemû tişt ji bin serê vî derketiye! Di navbera serokê dewleta Sovyetê Kruşçev û Neizvestny de sohbeteke bi vî rengî rû dide;

Kruşçev gotiye; “Li hember zext û zorên dewletê tu çawa dikarî ewqasî li ber xwe bidî?

Neizvesnty jî bersiveke wiha daye; “Hin bakterî û parazît hene. Ew piçûk û nerm in. Lê dikarin stûyê hespê avî (su aygırı) bînin erdê!”

Bi kurt û kurmancî kesên weke Ernst Neizvestny li hember dogmayên akademîzmê û dogmayên hunera fermî ya dewletê “mîkrob” in. Û hinek mîkrob hene zû bi zû ji holê ranabin. Bi hêz, berxwedêr û qeyîm in. Heta gelek caran ew bi ser dikevin û dikarin wî tiştê ku bela xwe pê dane bikujin. Serpêhatiya Neizvestny şerê di navbera akademîzm -hunera fermî ya dewletê- û hunermendê azad de pirr baş nîşan dide. Ew mînakeke taybet û berxwdêr e ji bo vî tiştî. Sekn û xebatên wî dikarin ji bo ademîzmeke ku “kirdeyên xwe tune nake” bibe îlhameke mezin. Ji lewma John Berger jî piştî ku bi sedan peykerên vî hunermendî dibîne û li awir û nihêrînên wî dikole, temaya hunera Ernst Neizvesnty weke “zexm û qeyîmbûn” bi nav dike. Qeyîmbûna ku li hember akademîzm, hunermendê navmalî û hunera kedîbûyî li ber xwe dide…

Biryar û sebreke mezin…

Weke ku John Berger halê dinyayê li jorê tîne ziman, dikarim bibêjim ku halê hunera me jî ne ti hal e. Divê em bi vî tiştî razî nebin û bi rêya “akademîzmeke xwedî ruh û raman” li nirxên xwe xwedî derkevin. Naxwe roj bi roj nirxên me bê manetir dibin. Ez jî pê bawerim ku akademiyeke şoreşger a ku li rêyên nû digere dikare “halê vê dinyaya xerab” û civaka me ya belawela ku ji hiş û bîr hatiye xesandin biguherîne. Em dikarin bi rêya van akademiyan hişê xwe ji mêhtingeriyê rizgar bikin. Heger ev akademî hişê me nehguherîne û rizgar neke jî qet nebe ew ê nîşan bide ku awayên dîtinê yên cûda jî hene…Tenê hewldana ji bo vî tiştî jî wêrekiyek e. Divê ji bo vî tiştî bi biryar û sebreke mezin em li ber xwe bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.