Şehîd av e tîna zeviyê dişkîne

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 11 Çile 2026 - 18:50

  • Ev çend roj in bi destê çeteyên hikûmeta Şamê li Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê Kurd bi awayekî hovane têne qetilkirin. Meclîsa Gel a her du taxan jî da zanîn ku ew ê dev ji taxên xwe bernedin û weke her car Kurd li van taxan li ber xwe dan. Heya îro jî li ber xwe didin û ne diyare ew ê rewşa Helebê çi bibe.

Piştî êrîşên hovane pêk hatin şûnde Kurdên li çar aliyên dinyayê li ser medyaya civakî helwest nîşanî van êrîşan dan û şermezar kirin. Her wiha şêwekar û grafikerên Kurd jî ji van êrîşan re bêdeng neman û weke her car bi xêzên xwe vê qirqirinê şermezar kirin.

Şêwekar Lukman Ahmed ku bi xwe jî ji Rojava ye bi du xêzên taybet balê bir ser berxwedana jinên Kurd û li bin wêneyên xwe van gotinan parve kir;  “Şervanên Kurd her tim di dilê Kurdan de dijîn. Gava tarî dadikeve ew weke ronahiyê diçirûsin. Ew ji mirin û guleyan pîroztirin. Lê cîhadîstên Ereb û Sunnî tim wehşetê ava dikin û weke berazan bi awayekî hovane êrîş dikin. Li hember van berazan jinên Kurd serî netewandin û li hember hîçîtiyê şer kirin.”  Her wiha ew li bin xêzeke xwe ya din jî wiha nivîsiye; “Bi hezaran destan te hilgirtine, bi hezaran dest navê te gotine.”

Li hêla din Ribwar Parwîzî jî wêneyekî balkêş yê ku IŞÎD û cangoriyên YPJ’yê temsîl dike parve kir û li bin wêneyê xwe vê gotinê parve kir;

“weke berf û weke dar

wek gulebax û wek bihar

şehîd av e

tîna zeviyê dişkêne

tilî û dest e

êşla axê dihejîne...”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.