Bêmal; çîroka evîn, êş û qederê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 11 Çile 2026 - 18:00

  • Gelek kilam û stranên jinan bi devê mêran hatine gotin. Kilama “Bêmal” jî yek ji wan e. Ev kilam bi devê mêr hatiye gotin, lê dilê ku di hundirê wî de axiviye, dilekî bi qasî dilekî jinê ye: narîn, xemgîn û xweş e.

VEYSÎ VARLI

Bêmal kilameke kevn a herêma Semsûrê ye; kilameke ku ji dilê şikestî û ji evîna bêencam hatiye avakirin. Ev kilam li ser çîroka du ciwanan e ku evîna wan bi xwîn û axê re hate nîşankirin. Bûyer li gundê Qenterê, li navçeya Semsatê ya bajarê Semsûrê, pêk hatiye. Qenter du gundên bi heman navî hebûn: yek Qentera Sîna/Semsatê bû, gundê bavê Êmê (Bêmalê), Hemê Ayîb; ya din jî Qentera Ereban bû ku li aliyê Rihayê bû. Îro her du gund jî di bin ava bendava Ataturk de wenda bûne. Wek gelek war û wargehên dîrokî yên kurdî ku bi projeyên dewletê yên talan û binavkirinê ji bîr çûne, Qenter jî bi qedera Heskîfê re hevpar bû.

Ev kilam çîroka evîna Bekirê navmalî û Êmê, keça axayê wî, tîne ziman. Evîn, ku di destpêkê de bi hêvî û ronahiyê hatiye destnîşankirin, di dawiyê de bi tarî û xemê hate qedandin. Bi demê re serpêhatiya wan du evîndaran ji tixûbê Semsûrê derket, li nav kurdên kurmanc belav bû û bi dengê dengbêjan ji herêmekê derbasî herêmeke di bû.

Kilama Bêmalê bi dengên gelek hunermendan hatiye gotin û guhartin: Evdilhadiyê Zorava, Mahmûdê Hesê, Mehemedê Şilbê, Mahmûd Qizil, Silo yê Gulê, Şakiro, Mehmedcanî Sêlem, Dawidê Xilo (li Radyoya Rewanê) û Baqî Xido li Binxetê. Li gor şîroveya Mehmedcanî Sêlem ê Kolikî, ev kilam bi sê şêwazên herêmî tê dabeşkirin: ya Kolikê, ya Sêwrekê û ya Berazan. Wek her straneke kurdî, ev kilam jî xwedî çîrokek e; çîrokeke ku pîvan û usûlên xwe hene û bi şertên civata dengbêjan hatiye hûnandin.

Ji devê Avdilhadiyê Zorava strana Bêmal

Bi gelemperî, piraniya stranên kurdî bi devê jinê hatine gotin; lê di nav wan de hinek bi devê mêr jî hene ku mêr di wan de wek jina bêçare, bi dilê şikestî û bi hêviyên şikandî, xwe tîne ziman. Bêmal jî ji wan e. Ev kilam bi devê mêr hatiye gotin, lê dilê ku di hundirê wî de axiviye, dilekî bi qasî dilekî jinê ye: narîn, xemgîn û bi qeder re şerker. Çîroka ku herî rast û bêguherîn tê ziman, ya Evdilhadiyê Zorava ye. Strana ku Eyşe Şan gotiye û ku navê Abdullah Nail Bayşu tê xistin, bi vê çîrokê re têkiliya rastîn nîn e. Ev nivîs li ser desîfreya strana Evdilhadiyê Zorava ye, wek ku ji devê wî hatiye wergirtin.

Şeva dawiyê ya hevdîtinê

Bekir navmaliyê axayê gundê Qenterê, Hemê Ayîb, bû. Di nav malê de, dilê Bekir û Êmê bi hev ket. Evîn bi hêviyê re dest pê kir, lê bi fesad û gotinên derdorê Hemê Ayîb hate têkçûn. Axayê gundê, ku şeref û rûmeta malê li ser her tiştî didît, razî nebû keça xwe bide navmaliyekî. Bi destê qederê û bi destê mirovan, Êmê bi yekî din re hate zewicandin û Bekir jî ji gundê xwe hate qewirandin. Dema dawetê hat, gund bi dengê def û stranên kêfxweş tije bû; lê li dilê Bekir û Êmê kevirekî giran radibû. Ew her du dizanibûn ku vê şevê ne şeva kêfxweşiyê ye, lê şeva dawiyê ya hevdîtinê ye. Di nav qelebalixê de, çavên wan bi hev ketin û bê gotin soz dan hev. Gava şev tarî bû, ew bi hev re ji gund derketin. Ax û çiya şahidên revîna wan bûn; dilên wan di nav sîngê wan de bi tirs û hêvî lêdan dikirin, lê evîn wan ber bi pêş ve dikişand.

‘Bekir û Emê hev revandin!’

Lê çavên gund her dem vekirî ne. Hinek gundiyan ew dîtin û bi zimanên fesad û xirabî çûn ba Hemê Ayîb. Gotinên wan wek agir li ser dilê wî ketin: “Bekir û Êmê hev revandin.” Hemê Ayîb, bi hêrs û bi kûrahîya qederê, hinek kes bi xwe re birin û ket pey wan. Li nav çiya û axê, li wir ku dengên mirovan wenda dibin, qeder bi destê mirovan hate nivîsandin. Hin dibêjin bi guleyên reş hatin kuştin, hin jî dibêjin bi kêr û xencerên sar; lê encam yek bû: evîn bi xwîn hate birîn.

Bêmaliya Bekir û evîna şikeştî

Li gor hin çîrokbêjan, Bekir li wir nemiriye, lê bi birîndarî û bi dilê şikestî xwe rizgar kiriye. Êmê hat kuştin û Bekir ji welat dûr ket. Ji ber vê yekê wî navê Bêmal wergirt: mêrê bêmal, bêxanî, bêcih. Ev kilam bû dengê êş û qedera wî. Piştî demekê, Bekir ji derdê Êmê nexweş ket, ket nav nivînan û bi navê wê evînê can da. Kilama Bêmalê, wek axeke ku bi xwîn hatiye şilandin, ji Semsûrê derket û li gelek herêmên Kurdistanê belav bû. Bi devê dengbêjan, bi dengê xem û helbestên dilşikestî, ket nav dev û guhên gel. Ev kilam îro jî wek şermezariyek li ser evîna qedexekirî, li ser qedera reş û li ser dilên ku ji evînê şikestin, bi hêrs û bi xem dimeşe di dîrokê de.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.