
- Hunermend, şanoger, nivîskar, siyasetmedar û pêşkêşvan Aso Omer beriya şeş salan di 55 saliya xwe de koça dawî kir. Aso Omer tevahiya jiyana xwe di qada huner, ragihandin û siyasetê der derbar kir û wan ji bo xizmeta netew û welatê xwe bikaranî.
Piştî erdheja li Pênciwênê ya sala 1946’an malbata Aso Omer berê xwe dide bajarê Silêmaniyê. Roja 18’ê Sibata 1964’an de Aso Omer Siware çavê xwe li cîhanê vedike. Xwendina dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Silêmaniyê dixwîne. Sala 1983’yan li Peymangeha Karîgerî ya Bexdayê beşa Xezîneyan temam dike.
Dema Aso Omer refa sê ya seretayî dixwend, hunera wî xwe dide der. Ji aliyê sê mamastayên xwe ve beşdarî şanoyek ya çalakiyên dibistanê dibe. Sala 1979’an di temenê xwe yê 15 salî de tevlî Koma Hunerê ya Ciwanên Silêmaniyê dibe û di heman salê de di festîvalek ya li bajarê Hewlêrê de bi şanoya Dildarên Baranê diçe ser dîkê. Di şanoyê de rolê sereke yê bi navê Siware hildigire. Ji wê demê ve ev nav bûye beşek ji nasnavê Aso Omer.
Piştî xwendina xwe temam dike, beşdarî nav karên siyasî dibe û di mijarên neteweyî de helwestek welatparêz digire. Gelek caran ji ber helwesta xwe ya welatparêz, rastî girtin û êşkenceya hêzên rejîma Bees a Iraqê hatiye. Di sala 1988’an de biryara cezayê darvekirinê jê re hate dayîn, lê rastî efûya giştî hat û ji girtîgehê derket.
Dema ku azad dibe, helwesta xwe ya welatparêziyê bi jêhatin û kêrhatinên xwe yên hunerî re dike yek û jiyanek tejî berhem û berpirsyartî derbaz dike. Di 18’ê Adara 1990’an de dizewice û dibe xwedî du zarokên bi navê Kajîn û Solîn.
Karên ku tê de cih girtine;
Sala 1994’an: Di Radioya Dengê Zanîngeha Silêmaniyê kar kiriye.
Sala 1996’an: Dibe berpirsê ragihandinê yê Wezareta Şaredarî û Geştuguzariyê.
Sala 2000-2001’an: Di Mekteba Peywendiyên Nîştîmanî ya YNK’ê ya li Sûriyeyê de kar dike.
Sala 2001-2003’an: Li ofîsa Serokê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike.
Sala 2003-2005’an: Di Rêxistina Bawcan ya Rakirina Mayînan, wek berpirsê ragihandin û peywendiyan kar dike.
Sala 2005’an: Di Rêveberiya Sînemayê de kar dike.
Sala 2007’an: Dibe Rêveberê Navenda Runakbîriyê ya Gelawêj.
Sala 2011’an: Dibe endamê Desteya Bilind a Navenda Runakbîriyê ya Gelawêj.
Sala 2012’an: Heta dawiya temenê xwe di qenala Kurdsat de amadekarî û pêşkvaniyê dike.
Aso Omer du pirtûk dinivîse; Di sala 2015’an de Pênciwên Memleketê Gule Zerde çap dike. Pirtûka Silêmanî û Xak ku ji 830 rupelên reng û reng pêkdihat, ji ber koça dawî kir, negihişt çap bike. Piştî jiyana xwe ji dest da, pirtûk hate çapkirin. Her wiha çend gotar û nivîs, li gel şanoya Şiko nivîsandiye û gelek çîrok di kovaran de weşandine.
Sala 1983: Serzenîş
Sala 1984: Çend tabloyên ciwan
Sala 1985: Sembol
Sala 1986-1987: Gela Guwêzer
Karên hunerî yên ku Aso Omer Siware di nav de cih girtî wihane:
Çepê Berê, Bahoz (1-2), Germiyan û Zozan, Rebab, Wesiyetname, Mala Hecî Axa, Jana Gel, Çûkê Başûr, Odeya Xwarinê ya Weys, Mala Feqîran, Zerfa Şîn, Dayika Filistînê, Werza Serhildana Ferhad, Dildarên Baranê, Muzîka Mirinê, Pêkenoka Dadgehê, Bergê Efsûnî yê Padîşah, Çem, Rûmeta Bajar, Zindan û Dînî, Beytî Baba, Zilamê Du Caran Mir, Ferhad Cejnê Digere û gelekên din.
Bernameyên ku pêşkêşkiriye:
-Sala 1997-1998’an wek amadekar û pêşkêşvan li tv Galî Kurdistan bernameyek ji curê pêşbirk pêşkêş dike.
-Bernameya Parewanî li tv Galî Kurdistan pêşkêş dike.
-Sala 2013’an bernameyek ji curê pêşbirk ya bi navê Zoran Zongî pêşkêş dike.
-Di qenalê Kurdsat de bernameya Wêneyek Duh pêşkêş dike.
-Bernameya sernaryoyaya dîziyên tv, Sînor jî wê pêşkêşkiriba lê mirinê rê neda.
Di saet 11:00’an de roja 30’ê Kanûna 2019’an di 55 saliya xwe de, Aso Omer Siware li bajarê Silêmaniyê di encama qrîza dil de çavê xwe li vê cîhanê girt. Cenazeyê wî li Girê Seywan hate veşartin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN














