Temsîliyeta jinan qels dimîne

Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:15

Endama Encumena Neteweyî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Netewî Sorour Amîra Labîed, destnîşan kir ku tevî guherîn û destkeftiyan jî, li Cezayîrê temsîliyeta jinan di Parlamentoyê de qels dimîne û got, "Ev nîşan dide ku qanûn bi tena serê xwe têr nake."

Nîqaşên li ser rola jinan a di siyasetê de, hem di qada navnetewî û hem jî li Cezayîrê, her gav bi pêşdarazî û stereotîpan ve girêdayî ne. Ev jî, hebûna jinan a di qada giştî de asteng dikin.

Endama Encumena Neteweyî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Netewî Sorour Amîra Labîed, rola jinan a di siyasetê de, nirxand. Sorour Amîra Labîed bawer dike ku ev stereotîp, encama kombûnên dîrokî û kêmtemsîliyeta jinan a di hin encumen û partiyan de ye. Sorour Amîra Labîed diyar kir ku ji bilî rola medyayê ya di xurtkirina van wêneyan de, bandor li baweriya civakê bi şiyana jinan a xebata di siyasetê de jî kiriye.

Pirsgirêk wekî ku Sorour Amîra Labîed dibêje, ne tenê bi nerînên civakî ve sînordar e. Sorour Amîra Labîed destnîşan kir ku heya avahiya partiyên siyasî jî dirêj dibe ku rolên jinan pir caran bi komîteyên fermî an çalakiyên merasîmî sînordar in. Sorour Amîra Labîed da zanîn ku derfetên rastîn ji bo serokatiyê û biryardayînê nadin jinan û wiha got: “Di serdema ragihandina vîrtual ku siyasetmedarên jin bi çewisandin û êrîşên dîjîtal rû bi rû dimînin, astengî zêdetir dibin. Di nav partiyan de nebûna perwerdeya siyasî ya ji bo elîtên jinan, dijwariyan mezintir dike û derfetên jinan ji bo gihîştina qonaxên rêveber û serokatiyê sînordar dike.”

Sorour Amîra Labîed ragihand ku prensîba wekheviya zayendî di lîsteyên hilbijartinê de ji hêla Serokkomar ve hatiye pejirandin. Amîra Labîed Sorour da zanîn ku ev gaveke girîng a qanûnî ye, ne tenê temsîliyeta hejmarî mîsoger dike û wiha pê de çû: “Di heman demê de beşdariya jinan a di kampanyayên hilbijartinê, semîner, konferans û baregehên partiyên siyasî de jî normalîze dike. Lê belê, tevî van destkeftiyan jî, temsîliyeta jinan di Parlamentoyê de qels dimîne. Ev nîşan dide ku qanûn bi tena serê xwe têr nake. Îradeyek rastîn hewce ye ku bernameyên perwerde û hêzdarkirinê di nav partiyan de bipêş bixe.”

NÛJINHA / CEZAYÎR / NECWA RAHÊM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.