- Nivîskar û filozof Albert Camus piştî ku Xelata Nobelê werdigire xwe nagire û ji mamosteyê xwe re nameyekê dişîne. Ev name di navbera xwendekar û mamosteyan de hîna jî deng vedide û bîranîneke xweş tîna bîra mirov.
Di sala 1924’an de, bîst sal berî weşandina romana “Biyanî”, nivîskar Albert Camus li Cezayîrê zarokek bû ku di nav xizaniyê de mezin dibû. Mamosteyek bi navê Louis Germain şarezabûna Albert Camus dît û xwest vê şarezabûna wî ya di warê wêjeyê de biparêze. Ji bo ew karibe bûrsekê bistîne dersên belaş jî da wî. Ji ber vê yekê, dema ku Camus di sala 1957’an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt, yek ji wan kesên ku hatin bîra wî Germain bû. Nivîskar paşê nameyeke dilsoz ji wî re şand û ev name heta îro jî di navbera mamoste û xwendekaran de dengvedanekê çêdike.
Name, nêzîkî mehekê piştî ku Camus wekî serketî hate ragihandin û xelata Nobelê wergirt, di 19’ê Mijdara 1957’an de hatiye nivîsandin. Albert Camus wisa dinivîse ji momosteyê xwe: “Van rojan ez li bendê bûm ku tevliheviya li dora min hinekî bi aram bibe û paşê min ji dilê xwe yê kûr dest bi axaftina bi we re kir.”
‘Tu tinebûya ev tişt pêk nedihatin’
Albert Camus girtina xelata Nobelê weke fersendekê nirxand ku spasiyên xwe peşkeşî mamosteyê xwe bike û got; “Ev xelat şerefeke mezin e ji bo min. A rast ez ne li pey tiştekî wiha bûm û ti car jî xwestekeke min a bi vî rengî çênebû. Eger tu nebûya, eger destê te yê dilovan ku te di zarokatiyê de dirêjî min kir nebûya, eger perwerdehî û mînakbûna te tine bûya ew ê tiştekî bi vî rengî ti car pêk nehata.”
Wijdanê mirovî yê serdema xwe
Gava Albert Camus xelat werdigire 44 salî ye. Piştî Rudyard Kipling (41) duyem kes bû ku bi ciwanî ev xelat werdigirt. Akademiya Swêdê ku Xelata Nobelê belav dike bi vî awayî pesnê nivîskar û fîlozof Albert Camus dabû; “Berhema wêjeyî ya girîng ku bi ciddîyeteke zelal pirsgirêkên wijdanê mirovî yên serdema me ronî dike”. Nivîskar, tevî statûya xwe, qet ji bîr nekir ku ji ku derê hatîye an kî wî gihandiye wir. Eger ew û bûrsa wî tunebûya, Camus belkî neçar mabûya ku ji bo debara malbata xwe bike karekî cûdatir bike ango bibe karkerekî ji rêzê.
Tu wekî Camus mayî; Aferim!
Louis Germain piştî hay ji nameya Albert Camus wî bê bersiv nehişt û got tevî serketina wî ew ê nivîskar her tim weke “Camusê wî yê biçûk” bimîne. Germain wisa lê zêde kir: “Min hizir kir ku şohret serê te xwar nekiriye. Ev kêfxweşiyek bû ji bo min. Tu wekî Camus mayî; Aferim! Wekî din ez hay ji adaptasyona “Cin” ku te derxistibû ser dikê jî çêbûm û ez te dişopînim. Ez pirr ji te hez dikim. Ne mimkûn e ku ez ji te re serkeftina herî mezin nexwazim; tu vê yekê heq dikî.”
Nameya Camus bi dengekî bilind xwend
Gelek kesên ku karîyer û jiyana wan ji hêla mamosteyekî dilsoz ve hatine şekil kirin, behsa vê danûstendinê dikin. Yek ji wan jî lîstikvanê futbolê yê berê yê Ingilîz û kesayetê medyayî Lan Wright e. Wright, di sala 2024’an de, wekî beşek ji projeya Letters Live, ku nameyên bi bandor zindî dike, li Royal Albert Hall a prestîjî ya Londonê nameya Camus bi dengekî bilind xwend; ev dem ji ber çîroka jiyana sporvanê berê bû demeke dilsoz.
Mîna Camus, jiyana Wright jî ji hêla mamosteyê wî yê perwerdehiya bedenî Sydney Pigden ve, kete qonaxeke dîtir. Bi saya wî î fêrî xwendin û nivîsandinê bû û di heman demê de dest bi lîstika futbolê kir. Piştî bi dehan salan ku hev nedîtibûn, di sala 2005’an de hatin ba hev û Pigden ji Wright re got: “Ez pir kêfxweş im ku tu ewqasî bi xwe re mijûl bûyî. Te qenciyeke baş li xwe kiriye.” Bê guman ev dîmenek dijwar bû. Heger Camus û Germain vî dîmenî bidîtana ew ê jî hestiyar bibûna bi vî dîmenî.
NAVENDA NÛÇEYAN