
Ji 9 pirtûkên nivîskar Tove Marika Jansson didu jê ji bo kurdî hatin wergerandin û ji Weşanên Pallê derketin.
Nivîskar Tove Marika Jansson bi eslê xew ji Swêdê ye lê li Helsînkiya Finlandiyayê hatiye dinê û li wir miriye jî. Her çiqas jiyana xwe li Finlandiyayê derbas kiriye jî bi swêdî nivîsandiye. Bi dehan pirtûkên wê yên çapkirî hene, ji van 9 heb yên zarokan in. Ev rêzeya bi navê “Rêzeya Mominkan” heta niha ji bo hin zimanan hatiyey wergerandin û niha didu ji vê ji bo kurdî hatin wergerandin.
Pirtûk ji aliyê Robîn Şahîn ve ji bo swêdî bo kurdî hatine wergerandin. Li gor gotina Pallê pirtûkên din ên rêzeyê jî dê bêne wergerandin û çapkirin. Ji van yek “Mominko û Lehiya Mezin” û ya din jî “Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê” ye.
Mominko û Lehiya Mezin
Pirtûka yekemîn a li ser mominkan, “Mominko û Lehiya Mezin” di sala 1945’an hatiye çapkirin. Di vê çîrokê de bavê Mominko winda bûye û ew û diya xwe li wî digerin. Bûyerên ecêb ên bi talûke û têrtirs têne serê wan. Lê dawiya dawî ew bi ser bavê Mominko ve dibin û geliyekî gelekî delal ji xwe re peyda dikin ku ew dikarin lê bistirin.
Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê
Pirtûka din “Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê” ye û di sala 1946’an de hatiye weşandin. Çîrok li geliyê mominkan derbas dibe. Li vê geliyê havîn wekî her carê ye, germ û xweş. Snîfkê heywanok ji xwe re şikeftek dîtiye – ev bûyereke têra xwe mezin e. Lê bi şev firtoneyek bi ser gelî de digire...Li dûr, di nav tariyê de çavekî sor diçirise û her roja ku derbas dibe, mezintir dibe. Ew dûvstêrkeke ku her nêzîktir û nêzîktir dibe! Asîman sor bûye û deryayê xwe kişandiye nava qul û qelîştekên xwe yên kûr.
Simriko radihêje harmonîkaya xwe û li ser serpêhatiyan stranan lê dide – ne serpêhatiyên biçûk haaa, ew ên qerase, yên ecêb mezin. Mominko û Snîfko taweya qursikan û şerbeta xwe dixine tûrikên xwe û ber bi talûkeyan ve diçin. Ber bi wan serpêhatiyên qerase ve ku Simriko li ser wan stranan lê dide.
Hemû pirtûkên di rêzeya “Mominkan”ê de ev in:
- Mominko û Lehiya Mezin (1945)
- Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946)
- Şewqeya Sêhrbazo (1948)
- Bîranînên Bavmominko (1950)
- Havîna Efsûnî (1954)
- Zivistana Efsûnî (1957)
- Zaroka Nexuya û Hin Çîrokên Din (1962)
- Bavmominko û Derya (1965)
- Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970)
NAVENDA NÛÇEYAN












