71 kes mirin, kesek hat lînckirin 

Nûçeyên Cîhan

Şemî 14 Tebax 2021 - 04:21

  • Li bakurê Cezayîrê ji ber şewatê heta niha herî kêm 71 kes mirine. 

Li Cezayîrê agir bi daristanan ket. Herî kêm 71 kes mirin. Hunermendekî ciwan jî  hat lînckirin. Serokkomar ji bo du rojan şîna neteweyî ragihand. Xelkê Kabîlê jî ji ber xemsariya beramberî vemirandinê bi hêrs e. 

Li bakurê Cezayîrê arkujên dilxwaz û xelk hewl dide şewatê vemirîne. Ji ber şewatê heta niha herî kêm 71 kes mirine. Ji van 43 welatî, 28 jî leşker in.

Parastina Sivîl roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li 16 wîlayetan li 92 cihan şewat dewam dike. Ji van şewatan 37 li Tîzî Oûzoû ya li herêma Kabîlê ne ku xelkê Amazîxê lê ye û 15 jî li wîlayeta El Tarfê ya li ser sînorê Tûnisê rû dane.

Serokkomar Abdulmecîd Tebbûn ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan, li tevahiya welêt şîna neteweyî ya du rojan ragihand. Serokkomar diyar kir ku 22 gumanbarên bi şewatandina daristanê tên sûcdarkirin, hatine girtin. Hate ragihandin ku 11 ji wan li Tîzî Oûzoû hatine girtin.

Hunermendek lînc kirin

Serokkomar Tebbûn îdîa kir ku pirraniya caran xistina agir a bi daristanan, sûcên edlî ne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) xwest ku kesên ev sûc kirine, bên darizandin. Dadgeriya Cezayîrê jî dest bi lêpirsînê kir. 

Wekî din kesek jî ji aliyê girseyekê ve hate lînckirin. Bûyera lîncê li bajarekî nêzî Tîzî Oûzoû qewimî. Rêxistina Mafên Mirovan a Cezayîrê diyar kir ku kesê bi îdîaya 'şewat derxistiye' hatiye lînckirin, hunermendekî ciwan e ku ji bo vemirandina şewatê alîkarî dikir.

Gelek welatan alîkariya hewayî şand. Ji Fransayê du balafirên vemirandina şewatê roja Pêncşemê gihîştin Cezayîrê. Tê payîn ku Spanya û Swîsreyê jî du balafirên bi tîpa Canadairê bişînin herêmê.

Xelkê Kabîlê nerazîbûnê nîşan dide ku hikûmet têra xwe hewl nade şewata li herêma wan vemirîne.

CEZAYÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.