Li Cezayîrê sûcên li hember zarokan

În 22 Tebax 2025 - 02:45

Li Cezayîrê bûyerên revandina zarokan zêde dibe. Psîkolog Lînda Ghleimî da zanîn ku li dijî sûcên li hemberî zarokan pêdivî bi têkoşînê heye û got:" Plan divê bi perwerdekirina zarokan destpê bike."

Zêdetirî mehek berê, Cezayîrî ji ber qetilkirina Marwa Boughashish a li daristanek li bajarê Constantine, şok bûn. Çend sal berî wê jî welat bi çîroka Nahal hejiya. Nahal ji nişka ve li ber çavên malbata xwe ya li gundê Ait Alî yê bajarê Tizi Ouzou, bi qasî 110 kîlometreyan li rojhilatê paytexta Cezayîrê winda bû. Nahal bi awayekî ku tenê weke "hovane" dikare bê binavkirin, hat qetilkirin.

Psîkolog Lînda Ghleimî analîza xwe bi vê pirsê dest pê dike: Gelo sûcdar dema ku sûcekî dike di bin motîvasyon û aloziyên psîkolojîk de ye? Lînda bi awayekî teqez bersivê dide: “Bêguman, sûc xwedî gelek motîv û armancên cuda ye, di nav de tolhildan jî heye. Ji ber ku sûcdar pir caran serî li çareserkirina nakokiyên kesane dide, ango dema ku di navbera malbatên zarokan û kesên wan direvînin de nakokiyên kesane hebin.”

Faktoreke din a girîng ku dibe sedema belavbûna revandinê, ew jî bûyera destdirêjiya li hember zarokan a di civaka Cezayîrî de ye ku li seranserê cîhanê weke "Pedofîlî" tê zanîn. Lînda Ghleimî li ser vê wiha got: "Li gorî hinek lêkolînên ku bi tena serê xwe hatine kirin, ev sûc di salên dawî de bi girîngî belav bûye, ji destdirêjiyê dest pê dike û bi tecawiz û kuştinê bi dawî dibe."

Li gorî hejmar û bîlançoyên ku ji hêla Enstîtuya Delîlên Sûc û Krîmînolojiyê ya Cezayirê ve di sala 2015'an de hatine weşandin, ji sedî 52’yê revandina zarokan ji ber nakokiyên kesane yên di navbera sûcdar û malbata qurbanî de çêbûne û sûc pirî caran ji ber tolhildanê ye. Şebekeyên sûcên rêxistinkirî ji sedî 29 revandinên bi armanca fîdyeyê pêk anîne, ji sedî 12 bûyer ji ber tundiya zayendî, ji sedî 5 bûyeran ji ber bazirganiya lebatan pêk hatine û ji sedî 2 jî ji revandinên bê sedemên ravekirinê mane.

Dema ku ji Lînda Ghlimî hat pirsîn ka meriv çawa vê bûyerê ku civaka Cezayîrê dorpêç kiriye û guman û tevliheviyê di dilê dê û bav û zarokan de çandiye çareser bike, wê bersîvek wiha da: "Plan divê bi perwerdekirina zarokan destpê bike, bi destnîşankirina perwerdeya zayendî û çandina wê ramanê di nav wan de ku bedena wan taybet e û kes nikare dest bide wan. Ji ber vê divê xwezaya mirovên ku zarok divê bi wan re têkilî deynin were destnîşankirin, çi di nava malbatê de, baxçeyê zarokan be, yan jî saziya perwerdeyê ya ku ew lê dixwîne be."

NÛJINHA/CEZAYÎR/RABIA XERÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.