Doza mêrê dest avêtibû zarokan hat xerakirin
Şemî 3 Gulan 2025 - 02:45
Burak Ercan ê ku li Cizîrê 40 dest avêtibû xwendekaran, di danişîna duyemîn a dozê de ku der barê wî de hatibû vekirin 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Burak Ercan li dijî biryarê serî li Dadgeha Herêmî ya Amedê da û îtîraza wî hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku ji nû ve bê darizandin.
Nûnerê Egîtîm Bîr Senê Bûrak Ercan ê ku li Lîseya Anadolûyê ya Cizîra Şirnexê cîgirê midûr bû, di sala 2019'an de dest avêtibû 43 xwendekaran. Der barê Bûrak Ercan de bi sûcdariya "destavêtinê" û "êrişa zayendî" dozeke din jî hat vekirin.
Di dozê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê hat lidarxistin de, 3 sal û 9 meh ceza li Bûrak Ercan hat birîn. Lê Bûrak Ercan bi rêya parêzerê xwe di sala 2024'an de îtiraz kir. Dadgeha Edlieya ya Herêmî ya Amedê, di Sibata 2025'an de biryara ji bo Bûrak Ercan xera kir û biryar da ku doz ji nû ve bê lidarxistin. Danişîna ewil a dozê dê di 15'ê Tîrmehê de bê lidarxistin.
Serlêdana parêzerên mexdûran jî bi îdiaya "mexdûr gilî nekirine" hat redkirin.
Rêveberê Egîtîm Sen a Şirnexê Mesût Aslan ê ku li heman dibistanê mamostetiyê dike, destnîşan kir ku dengê xwendekaran nehatiye bihîstin û got: "Kesî qîrîna zarokan nebihîst. Xwestin zarokan bitepisînin. Li holê bûyereke travmatîk heye, lê mifetîşên Wezareta Perwerdehiyê di roja 24'an de mudaxil bûn. Egîtîm-Bîr-Senê daxuyaniyek da û bêyî li ser bûyerê bisekine, bûyer û kesan terorîze kir. Tiştekî wiha afirandin ku bûyer li dijî sendîlaya wan û dewletê operasyon e. Lê xwendekar netirsiyan û gilî kirin."
Mesût Aslan bilêv kir ku ji ber ku lêpirsîn bi awayekî çalak nehatiye meşandin, pêşî li darizandinê hatiye girtin û got ku hejmara xwendekarên gilî kiribûn 38 hemû lê hemû daxilî darizandina edlî nahetain kirin, tenê 18 xwendekar wekî mexdûr cih girtin. Mesût Aslan destnîşan kir ku ji ber ku dozger lêpirsîneke çalak nemeşandiye zarok nehatine parastin û ji ber vê yek bi yek dest ji giliyên xwe berdane."
MA / ZEYNEP DÛRGÛT /ŞIRNEX