Dawî li revandina jin û zarokan nayê!

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 8 Tebax 2023 - 12:52

UNICEF’ê ragihand ku li Haîtî bûyerên revandina jin û zarokan di 6 mehan de gihiştiye astek bilind û xwest mudaxaleyî vê rewşê bê kirin.

Fona Navneteweyî ya Alîkariya Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) eşkere kir ku hejmara buyerên revandina jin û zarokan li Haîtî ku welatê herêma Karîbê li rojavayê girava Hispaniola ye, pir zêde bûye.

Li gora rêxistinê îsal di 6 mehan de 300 buyerên revandinê hatine tespît kirin. Par di tevahî salê de li derdor 300 buyer rû dabû, 2021’an jî 3 caran kêmî wê reqemê bû buyerên revandinê.

UNICEF’ê ragihand ku bi texmînî 5,2 milyon mirovên li Haîtî dijîn pêwîstî bi alîkariya mirovî hene. Rêxistinê got ku ji wan kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, 3 milyon zarok in û hemû di nav belengaziyê de dijîn.

UNICEF’ê da zanîn ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de 300 buyer rûdaye, jin û zarokên hatine revandin piranî bi zorê ji aliyê komên bi çek hatine revandin.

Divê yên revandî teqez bêne berdan

Rêvebirê Herêmî yê UNICEF’ê ji bo Amerîkaya Latîn û Karibik, Garry Conille li ser mijarê ji ragihandina navnetewî axivî û got; “Çîrok û serpêhatiyên kesên ji bo me tên gihandin, me matmayî dihêle û ev yek nayê qebûl kirin.”

Conille di dewamê de da zanîn ku nabe jin û zarok wekî mal-milk bê destgirtin û xwest pêşî li van revandinan bê girtin.

Li gorî UNICEF’ê ragihandî, bûyerên revandinê bi giranî wek rehîne girtin û li beramberî pere serbest berdanê rû dide. UNICEF’ê bal kişand ser zilm û zora li kesên tên revandin jî û got; “Kesên tên berdan, yan xwe rizgar dikin jî, demek dirêj di bin bandora bûyeran de dimînin û pirsgirêkên giran dijîn.”

HAÎTÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.