Bhabha: Ji bo çareseriyê bawerî divê
Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:47

Mohamed Bhabha destnîşan kir ku berdana Mandela bû xala werçerxê û got, "Destpêkê pêwîstî bi baweriya ji hev û diyalogê hebû. Piştî ku ev bawerî hate afirandin me dest ji çekan berdan. Di pêvajoyên bi vî rengî de lîderên herdu aliyan neçar in ku li ser avakirina rewşeke aştiyane ya ji bo zarok û neviyên me bifikirin, bixebitin.”
Yek ji beşdarên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya li Stenbolê parêzerê ji Efrîkaya Başûr, senatorê berê û Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentê parêzer Mohamed Bhabha bû. Bhabha li gorî tecrûbeyên xwe yên têkoşînê qala rêya ber bi azadiyê ve kir.
Bhabha ku li Efrîkaya Başûr di nava rejîma Apartheid a nijadperest de ji dayik bû, anî ziman ku ew bi xwe Hindû ye, weke malbat çar nifş in li Efrîkaya Başûr dimîne û kalkê wî di dema Gandhi de ji Hindistanê hat Efrîkaya Başûr.
Bhabha anî ziman ku weke hiqûqnasekî ew hate girtin, lê belê piştre gelek mirovên hatin girtin temsîl kir.
Bhabha diyar kir ku ji meseleya Kurd cudatir li Efrîkaya Başûr rejîma Apartheidê ambargoyeke tam datanî ser mirovên reşikan û rengîn û got, "Li Tirkiyeyê derfetê Kurdan heye ku xwe bigihînin dibistan û nexweşxaneyê, lê belê yê me tine bû. Dibistan, nexweşxane li me qedexe bûn. Em nikarîbûn biçin peravê jî, qedexe bû. Beşeke gelekî biçûk a peravê ji me re hatibû veqetandin û li wir jî cihekî ku mirov biçe tine bû.”
Bhabha destnîşan kir ku di pêvajoyê de nuqteya herî girîng diyalog e, lewma her tişt bi vexwarina çay, qehweyekê destpê dike. Bhabha diyar kir ku ji bo çareseriyke rasteqîn pêwîstî bi avakirina baweriyê heye û got, "Hevrikê te jî tu jî divê bi biryardarî tevlî pêvajoyê bibin. Ji destpêkê ve tu destûrê dide ku dijminê te bibe hevpar û ji vê hevpariyê jî encamê bi dest dixe. Ev hêsan nîne. Ji ber vê jî pêvajo bi avakirina baweriya ji hev destpê dike. “
Bhabha destnîşan kir ku berdana Mandela bû xala werçerxê û got, "Destpêkê pêwîstî bi baweriya ji hev û diyalogê hebû. Piştî ku ev bawerî hate afirandin me dest ji çekan berdan. Di nava nîqaşên destûra bingehîn de me Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ava kir. Dawiya dawî neteweyeke heta bi hetayê nikare di nava şer de bimîne. Di pêvajoyên bi vî rengî de lîderên herdu aliyan neçar in ku li ser avakirina rewşeke aştiyane ya ji bo zarok û neviyên me bifikirin, bixebitin. Pêwîstî bi pêvajoyeke ji lîderiyeke xurt heye. Em neçar in vê bikin. Belê, em nikarin rabirdûya xwe ji holê rakirin, lê belê rê hene ku em dikarin pê re rû bi rû bibin. Lê belê em neçar in ku razemeniyê li paşerojê bikin. Divê em destûrê nedin ku rabirdû me li demên berê bihêle. Mesele şexs nîne, di vir de meseel vîzyoneke paşerojê ye. Ev yek rêyeke dirêj û zehmet e û em hîn di destpêka wê de ne. Lê belê em neçar in ku xwe lê bigirin."
ANF/STENBOL/ZEYNEP KURAY










