Wekheviya jin û mêr divê

Duşem 1 Îlon 2025 - 02:45

Aktîvîsta hiquqî Leyla Amêlî bal kişand ser girîngiya wekheviyê, mafê jinan û astengiyên dibînin. Leyla Amêlî got:"Wekheviya jin û mêr divê."

Aktîvîsta Mafên Mirovan û Seroka Komeleya Destên Aza Leyla Amêlî bi lêv kir ku wekhevî ji bo jin û mêran girîng e û wiha got:"Wekhevî, ne tenê metnên yasayî, dadweriya aborî û civakî digre nava xwe."

Leyla Amêlî da zanîn hinek zagon ji bo jinan baş bin û wiha got:"Mexrîbê, ji bo pêşxistina mafên jinan gavên girîng avêtiye. Ji Zagona Malbatê ya 2004’an ku rewşa jinan di mijarên zewac, hevberdan û wesayetê de baştir kir. Heta Zagona Netewebûnê ya 2007’an ku mafê veguhestina netewebûna xwe ji zarokên xwe re da jinan. Her wiha Destûra Bingehîn a 2011’an ku wekheviyê destnîşan dike û Zagona Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan a 2018’an hatin çêkirin. Van zagonan mafên jinan baştir kirine, bi taybetî di warê qedexekirina zewaca zarokan, pirjinî û parastina mafên milkê de. Lê dijwariya herî mezin di bicîhanîna van qanûnan de ye, bi taybetî li gund û deverên dûr ku kevneşopî û pratîkên civakî dibe ku bi metnên zagonî re nakok bin. Ji ber vê bilindkirina hişmendiya zagonî ya jin û civakê, ji bo mîsogerkirina wekheviyê bibe rastiyek berbiçav, şertekî pêşîn e."

Leyla Amêlî bi lêv kir ku wekhevî ji bo jin û mêran girîng e û wiha got:"Wekhevî, ne tenê metnên yasayî, dadweriya aborî û civakî digre nava xwe. Divê jin û mêr mûçeyên wekhev bigrin. Ji ber ku cudahiya mûçeyan bandorê li ser serxwebûna aborî ya jinan û jêhatibûnên wan a dabînkirina jiyanek baş a ji bo malbatên wan dike. Her wiha pêdivî bi guhertina polîtîka û saziyan heye ku beşdariya jinan di biryargirtinê de û gihîştina derfetên aborî ya bi awayekî wekhev bi mêran re misoger bibe. Ev yek aramiya civakê û pêşketina jinê zêde dike." 

NÛJINHA/MEXRÎB/HENAN HERÊT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.