HENAN HERÊT / NÛJINHA / MEXRÎB
Hacer El-Roum, nîşan dide ku dengek rastgo ne hewceyî ronîkirinan e, lê pêdivî bi wijdanek zindî û bîranînek êşdar heye. Ji Ayşeya ku girîngiya pejirandin û pêşxistina jiyana hevbeş destnîşan dike bigre, heya Ehlam Helîmeya ku li hember rastiya terikandin û lawaziyê diqîre, heya Nûraya ku qehremaniya jinên di bin siyan de mane ji nûve ava dike.
Di nav dîwarên polê de li gundekî dûr ê li derdora Essaouira ya başûr-rojavayê Mexribê, mamosteya Mexribî Hajar El-Roum dîmenek dît ku di bêdengiyek bi êş de dubare dibû: xwendekarên ciwan ji nişka ve winda dibûn. Ne xatirxwestin, ne ravekirin, tenê maseyek vala û lênûsek girtî. Li wir, ku dibistan ji nişka ve bi dawî bû, pirsek dest pê kir ku bê bersiv ma: Xewnên wan çûn ku derê?
Qîrîna li dijî bêdengiyê; Xewnên Halîma
Fîlmê “Xewnên Halîmayê” duyemîn ezmûna Hacer El- Roum ya sînemayî bû. Her çiqas ew di hêla akademîk de derhênerek profesyonel nebe jî, gelek perwerdehiyên derhênerî, nivîsandina senaryoyê, sînematografîk, teknîkên wêne û deng û dengbêjiyê girtiye. Ev jî amûrên bingehîn ji bo projeya Hacer El-Roum ya hunerî peyda kiriye. Ev fîlm, çîroka keçikek gundî ya ku ji xwendin û hînbûnê hez dikir û ji nişka ve jiyana wê serûbin dibe, vedibêje.
Hacer El-Roum qala fîlma xwe kir û got: “Min ev rastî jiya. Min bi çavên xwe dît ku çawa xewnên hin keçan hatin vemirandin û derfetên wan ji destê wan hatine girtin. Ev fîlm ne tenê hilberînek hunerî ye, ew qêrîna li hember bêdengiyê ye û pirsek ji cîhanê dike: Gelo çima jinên ciwan li gundan xewnên xwe winda dikin?”
‘Mafên wan tên binpê kirin’
Hacer da zanîn ku terikandina dibistanê ne tenê dawiya perwerdê ye û got: “Ew destpêka zewaca bi darê zorê, dayîktiya zû û piştguhkirinê ye. Bûyera terikandina dibistanê, girêdayî têgihîştinên civakî yên kûr e ku dijminatiya perwerdehiya keçan dikin. Perwerde li gundan wek serhildan tê hesibandin û her kesê ku îsrar dike ku keçên xwe perwerde bike, bi gotegotan tê şopandin, mîna ku guneh kiribe. Ez vê feraseta mêrsalarî bi riya fîlmên xwe eşkare dikim. Tecrûbeya min a yekem a fîlmê ‘Ayşe’ jî, cudahiya di zaroktiyê de destnîşan dike ku çîroka zarokek xwedî pêdiviyên taybet e ku ji aliyê hevalên xwe ve rastî redkirinê dihat, dibêje.”
‘Sînema ne tenê amûrek belgekirinê ye’
Hacer anî ziman ku sînema ne tenê amûrek belgekirinê ye, qadek perwerdehiyê ye jî. Derbarê fîlmê ‘Nûra’ de jî Hacer wiha vegot: “Ew ji têkoşînê ber bi hêviyê ve ye. Di vî fîlmê de rola jina leheng ku li hember kêşeyan liberxwe dide, ji bo kurê xwe yê seqet. Nûra, awirên dilovaniyê veguherandin çavkaniyek hêzê û êşa xwe ya şexsî kir çirûskek ji bo guhertina jiyana gelek zarokan. Nûra ne tenê çîroka dayîkeke wêrek e, her wiha çîroka jinek e ku li hember êşên ku jin dijîn, bi ser ketiye.”
Hacer El-Roum bawer dike ku derbirîna pirsgirêkên jinan divê tenê bi sînemayê ve sînordar nebe. Dibêje ku “Jin dikarin bi riya sînema, şano, hunerên dîtbarî û stranan werin parastin. Huner dema ji rastgoyiyê derdikeve, dibe kariyerek siyasî û estetîkî.”