UNICEF û WFP'ê çûn Kobanê

În 13 Sibat 2026 - 02:45

Şandeyek ji UNICEF û WFP'ê serdana Kobanê kir û li ser rewşa mirovên bi zorê hatine koçberkirin bi nûnerên saziyan re hevdîtin kir. Şandeyek ji dehan endamên Rêxistina Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (WFD) pêk tê, serdana Kobanê kir.

Şandeyê bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceyran, perwerde, înternet û aborî re hevdîtin kirin. Nûnerên saziyan bandorên dorpêça li ser bajarê û rewşa koçberan bi şandeyê re parve kir. Ji wan xwest ku rewşê ji nêzî ve bişopînin û bibin bersiv.

Pişte nîqaşkirin rewşa Kobanê ya di dorpêça giran de şandeyê sardana dibistan, baxçeyên zarokan, firne û mizgeft ku koçber lê dimînin, kir û rewşa wan şopand.

ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.