Dozgeriya Hezexê li benda çiye?
Duşem 10 Mijdar 2025 - 03:10

Li Hezexê gerînendeyê dibistanekê Mesût Sonmez li dijî zarokekî destdirêjî kir. Lê tevî 3 meh borîn jî dozgeriyê têkildarî lêpirsînê îdeaname amade nekiriye.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj li dijî jin û zarokan destdirêjî tê kirin. Lê ji ber ku kesên destdirêjiyê dikin nayên darizandin û cezakirin, destdirêjî, tecawiz û kuştina jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Li gor agahî û belgeyên kedin destê Ajansa Welat, derket holê ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê Gerînendeyê Dibistana Sereke ya bajaroka Erebanê Mesût Sonmez li dijî zarokê 15 salî A.D destdirêjî kiriye.
Hate diyarkirin ku di platformên medya dijîtal de birayê A.D, B.D û hevalek din ê A.D ku navê wî D.K ye û ew jî 15 salî ye ji aliyê Mesût Sonmez ve destdirêjî li wan hatine kirin. Li gor encama lêpirsîna dozgeriyê di dema tacîza li ser platformên medya dijîtal de qeydên tacîzê jî hatine girtin.
Li gor belgeyên ku me bi dest xistine Gerînendeyê Dibistana Seretayî yê bajaroka Erebanê Mesût Sonmez piştî îfadeya A.D daye Dozgeriya Komarê ya Şirnexê, ew ji peywirê hatiye dûrxistin.
Her çiqas li gor îfadeya A.D destdirêjî hatibe tespîtkirin jî piştî îfadeya dozgeriyê hin derdoran xwe gihandiye malbata A.D û xwestine A.D îfadeya biguherîne. Li gor belgeyên hatine bidestxistin daxwaznameyek ku tê îdeakirin bi destê A.D hatiye nivîsîn ji aliyê parêzerê Mesût Donmez ve radestî dozgeriyê hatiye kirin. Bi vê daxwaznameyê hin derdor dixwazin lêpirsîna hatiye destpêkirin were nixumandin û îdea ew e ku Dozgeriya Hezexê ji ber vê yekê îdeanameyê amade nake.
AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ















