Li Îtalya êşkenceya li zarokan

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:15

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mîlano ya Îtalyayê de 13 gardiyan ku 12 ji wan li Girtîgeha Zarokan a Cesare Beccaria ya Mîlanoyê dixebitîn û yek jê berê jî li wir wezîfedar bû, hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku gardiyan bi hinceta ku zarokên ji sûcên cuda tên mehkûmkirin êşkence kirine hatine binçavkirin. Di nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê de hat ragihandin, di çarçoveya lêpirsînê de 8 kes ji wezîfeyên dewletê hatine dûrxistin. Her wiha hat destnîşankirin ku li ser îdiaya şîdetê ya bi qasî êrîşa zayendî ya li hemberî zarokekî girtî jî hatiye lêkolînkirin. Hate diyarkirin ku ji sala 2022’an û vir ve muameleya xerab berdewam dike û ev yek bi şopandina teknîkî li ser raporên girtiyên zarok ên mexdûrên îşkenceyê hatine tespîtkirin. Di mehên borî de li Îtalyayê, li girtîgehên bajarên Foggia û Reggio Emilia, bi hinceta muameleya xerab û êşkenceyê, li dijî hin polîsên girtîgehê dozên edlî û îdarî hatibûn destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.