Ewlekariya Kurdan maf e

Duşem 2 Sibat 2026 - 03:47

Cîgirê Serokê Koma Kesk û Tifaqa Çep Marco Grimaldi diyar kir ku peymana ku li Şamê hatiye çêkirin qutbûneke sembolîk a kevneşopiya înkarkirinê ye û got: "Ewlehiya Kurdan ne tawîz e, mafek e. Li ser rêya naskirina rastîn hê jî astengî  hene."

Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê ya Tifaqa Kesk û Çep a Îtalyayê Marco Grimaldî êrîşên HTŞ'ê yên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û peymana ku piştre hat ragihandin nirxand. Marco Grimaldî bal kişand ser rola DYA û Tirkiyeyê ya di êrîşan de û got, "Tom Barrack (Nûnerê DYA'yê yê li Sûriyeyê) hevkarekî pasîf e û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de roleke rasterast lîst."

Marco Grimaldî diyar kir ku HTŞ dixwaze êrîşên xwe yên li ser Kurdan veguherîne "paqijiya etnîkî" û civaka navnetewî zexteke diyarker nedaye nîşan û Marco Grimaldi bal kişand ser polîtîkayên DYA'yê yên li ser Sûriyeyê û got: "Amerîka dibêje ew piştgiriyê dide aştiyê, lê dema ku aştî tê binpêkirin mudaxele nake. Ji destpêkê ve, Serokê Sûriyeyê Ahmed Şera eşkere kir ku ew dewleteke navendî dixwaze ku otonomiyê nade komên etnîkî û olî yên li welat. Tevî van hemûyan, rêveberiya Şera di nav koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de cih girt. Tom Barrack, ji alîyê din ve, daxuyanî da ku HSD 'sedema hebûna xwe temam kiriye'. Ev nêzîkatî berevajîyeke ji sozên piştgirîkirina şêweyên otonomiyê ji bo herêmên ku piranî Kurd lê dijîn, di heman demê de ew dike hevkarê pasîf li hemberî tundûtûjiyê."  

Marco Grimaldî diyar kir ku êrîşên li ser Rojava di çarçoveya sûcên şer de ne û got, "Bombebarana nexweşxaneyan û qetilkirina sivîlan sûcên şer in. Bêdengiya saziyên navnetewî, ji Neteweyên Yekbûyî bigire heta Yekîtiya Ewropayê, skandal e. Van saziyan bêyî ku gavên şênber bavêjin, tenê banga agirbestê dikin. Divê tavilê ceza li dijî Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Tirkiyeyê werin birîn û divê civaka navnetewî van polîtîkayan bi zelalî û eşkere şermezar bike."

Marco Grimaldî got: "Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de roleke rasterast lîst û bi balafirên bêmirov û balafirên şer beşdarî êrîşan bû. Tevî pêvajoya aştiya navxweyî, Enqere li ser sînorê xwe avakirina pêkhateyeke Kurdî ya serbixwe qebûl nake. Tirkiye armanc dike ku Rojava di warê jiyana bi hev re û demokrasiyê de nebe mînak."  

Derbarê peymana HSD û Şamê de Marco Grimaldî got: "Ewlehiya Kurdan ne tawîz e, mafek e. Piştî şer û zordariyan bi salan bêyî garantiyên şênber wê Kurd bêparastin bimînin. Naskirina zimanê Kurdî gaveke pêwîst e. Lê ev têrê nake ku bi dehan salan înkar û asîmîlasyonê telafî bike. Ev tayîn hevsengiyek nazik nîşan dide. Hebûna peywirên ku rasterast ji hêla Şamê ve hatine erkdarkirin nîşan dide ku hikûmeta navendî niyeta wê nîn e ku dest ji kontrolê berde. Axaftina li ser tevlîbûna tam a Kurdan a di rêveberiya herêmê de zû ye. Ev bêtir lihevkirinek bêîstîkrar e. Yek ji xalên herî giring ew e ku Kurd vegerin bajarê xwe. Bêyî peydakirina vê yekê, peyman dikare tenê wekî pêşnûmeyekê were fêmkirin. Tenê tayînkirina karbidestan têrê nake. Divê civak werin garantîkirin ku bikaribin jiyana xwe ji nû ve ava bikin."  

Marco Grimaldî diyar kir ku peyman têrê nake ji bo Rojavayê û got, "Bi sedsalan e Kurd hatine înkarkirin, ji nexşe û destûran hatine jêbirin. Ev peyman, tevî hemû sînorên xwe, qutbûneke sembolîk a ji vê kevneşopiyê temsîl dike. Lê bila em neyên xapandin. Hîn jî rêyeke dirêj û tije astengî heye ji bo naskirina rastîn a siyasî û çandî. Kurdan xuyabûneke sazûmanî bi dest xistin ku berê nebû. Ev qezencek e, lê nazik e. Tirkiye her gaveke ber bi otonomiya Kurdan ve wekî gefeke rasterast dibîne û dê zextên xwe yên leşkerî û dîplomatîk bidomîne. Enqere wê bi hêsanî rola siyasî ya Kurdan li herêmê qebûl neke. Her çend gavên ku di demjimêrên dawî de hatine avêtin pêşveçûn e, ev hêj nayê wateya garantiya çarenivîsa xwe.

MA / ENQERE / DENÎZ KARABÛDAK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.