
Wênesaza Cezayîrî Marwa el-Xeyir mîrata Sahrayî bi hunera neşênber re tevlihev dike da ku berhemên ku jinên Sahrayî bi rengên zindî nîşan didin biafirîne, meraq û hewesê vediguherîne tabloyên tijî hêz, evîn û aştiyê.
Wênesaza Cezayîrî Marwa el-Xeyir ku ji çanda Sahrayê îlham girtiye, di tabloyên xwe yên razber û fîguratîf de jiyan û nasnameya jinên Sahrayê pêşkêş dike, rengan bi motîfên kevneşopî re tevlihev dike.
Marwa el-Xeyir ne tenê wênesaz e; ew di heman demê de helbestvanek rengîn e, parêzvanek dilsoz a bîranîna Sahrayê ye û hunermendek e ku bi dilgermî û aqilmendî dîmenên jiyana çolê tîne ser tuwalê. Di cîhana wê de huner, dibe yek ji formên herî bilind ên îfadeya mirovan.
Hunermend beşdarî gelek festîvalan bûye. Di nav vana de 10’emîn Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinan a Neteweyî jî heye. Ev Festîval armanc dike ku dewlemendiya çandî ya berfireh a başûrê Cezayîrê nîşan bide. Marwa el-Xeyir her wiha beşdarî Festîvala Çandî ya Hunerên Plastîk a Hemdem a Navneteweyî jî bû.
Marwa el-Xeyir diyar kir ku boyaxkirin hobiyek e ku wê ji zarokatiyê ve jê hez kiriye û pratîk kiriye û wiha got:"Tiştê ku ez di tabloyên xwe de nîşan didim îfadeya meraqa min a hundurîn e.” Hunermend Marwa el-Xeyir destnîşan dike ku ew di hilberîna xwe ya dîtbarî de bi giranî boyaxên akrîlîk bikar tîne û lê zêde dike ku ev boyax giyan didin berhemên wê. Marwa el-Xeyr tekez dike ku ew naxwaze karê wê bi herêma Sahrayê ve sînordar be û gotinên xwe wiha didomîne: “Min hewl da ku vê astengiyê bişkînim û rengên din ên ku bi evîn, hest, enerjî û aştiyê dilerizin bikar bînim. Ev min ji hunermendên din ên Sahrayê cuda dike.”
Marwa el-Xeyir diyar dike ku her kes xwedî aliyek û hewesa xwe ya bêhempa ye, çîrokek bêhempa jî bi rengan parve dike. Marwa el-Xeyir dibêje, “Meraqa min diajo û min ber bi kifşkirina ka reng çawa çêdibe, çawa xwe îfade dike û çawa reng hestên erênî, geşbînî û enerjiyê di hundirê me de teşwîq dikin.”
NÛJINHA/CEZAYÎR/RABIA XERÎS















