Dengekî serhildêr ê beberiyekî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:10

  • Dengê Metûb Lûnas, dengê Berberiyan bû yê ku bawerî çêdikir, ji ber wê jî ew girtin, êşkence lê kirin û di dawiyê de jî ew kuştin. Lunes li dijî asîmîlasyona li dibistanan digot, “Her dersa ku jê direviyam, ji bo min çalakiyeke berxwedêr bû, çalakiyeke azadiyê. Min bi zanebûn ev dikir.”

ARDÎN DÎREN

Nivîskar Şehmus Güzel di pirtûka xwe ya bi navê “Cezayîr û Berberî” de derbarê înkar û tinekirina Berberiyan a di dîroka Cezayirê de dibêje, “Bi hinceta yekîtiya neteweyî, hunermendên Berberî ji radyoyên Cezayîr hatin dûrxistin û stranên Berberiyan hatin qedexekirin. Hunermendên fermî û yên biyanî bi eyarê stranên Berberiyan lîstin, naveroka wan vala kirin û li gorî xwe bi şêwazekî nû şirove kirin. Pirtûkên dîrokê, dîroka Cezayîrê bi hatina Ereban dan destpêkirin. Li gorî van pirtûkên dîrokê yên nû, beriya Ereban ti kes li ser axa Cezayîrê tinebû! Hebûna Berberiyan ya bi hezar salan, çand û dîroka wan, tine hesibandin. Lê ji ber ku ev pirtûk wiha nivîsandin, qey rastî dikare bê guhertin? Li hemberî vê înkar û tinekirinê li bendemayîna ku Berberî xwe, ziman û çanda xwe ji bîr bikin, çiqasî rast e gelo? Li aliyekî din bi hezaran berhem, stran, destan, çîrok û çand û şaristaniyeke qedîm hebû… ev ê çawa bihatana jibîrkirin? Berberî wê li hemberî van polîtîkayên dijwar çawa bêdeng bimana?”

Ev tiştên ku Şehmus Guzel behsa wan dike, piştî Şoreşa Cezayirê pêk tên, şoreşa ku di sala 1962’yan pêk hat û pê, Cezayîr ji bin hikmê Fransiyan xelas bû. Piştî şoreşê, çand û nasnameya xelkên ne Ereb, hate jibîrkirin, yanî ew nehatin qebûlkirin. Qebaîlî (xelkê wê ji xwe re Leqbayel yan jî Izwawen dibêje) jî, ku ew jî beşek ji civaka Berberî ne, ji bo dengê wan li dinyayê were bihîstin û ev înkara li ser çand û hunerê wan were dîtin, her dixebitin û çalakiyan organîze dikin. Ew hîna jî van çalakiyên xwe didomînin. Yanî ew li hemberî bişaftina xelkê Berberî disekinin û ji polîtîkayên dijwar ên Ereban ne razî ne. Di çalakiyên xwe de helbest û stranên Berberî bi hev re dibêjin û çalakiyên xwe xurttir dikin. Di dîroka Cezayîr de protestoyên Qebaîliyan navdar in û hema bibêje ji xeynî Qebaîliyan, kes li hember neheqî û çewtiyên komara Cezayîrê dengê xwe nake. Ji ber vê rastiyê, komara Cezayîrê ji Qebaîliyan hez nake û êrişî wan dike. 

Li gel ku zimanê Berberiyan “Tamazîxt” (zimanê Qebaîliyan Teqbeylî jî esas Tamazîxt e) di sala 2016 an de di fermiyetê de hatiye pejirandin jî wan dîsa jî dev ji çalakiyên xwe bernedaye û îro doza serxwebûnê dikin. Li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin û dixwazin bajarên xwe ew bi rê ve bibin. Naxwazin ji navenda Cezayîrê destûran bigirin û xwe li gorî nihêrîna netewe-dewletê saz bikin. Dixwazin li herêmên xwe azad bijîn, dixwazin di hêla aborî û mafên insanî de wekhev bijîn. Ji bo ev yek pêk were, her roja înê çalakiyên xwe yên ku êdî bûne weke rêûresmekê, li dar dixin û dimeşin. Cilûbergên wan ên rengîn û her wiha sembol û alên wan ên resen jî hene. 

Hêza huner û tirsa desthilatdaran

Li welatan hemûyan, desthilatdar ji bo tinekirina rengên cihê, pêşî êrişî çand, ziman û mûzîkjenên gel, qewm, bawerî û komên reng cihê dikin. Ev yek ne tiştek ji rêzê ye: Civak bi van rengên xwe heye, ew xwe bi saya rabihuriya xwe ya di nava çand û ziman de xwe bi bîr tîne û ber bi siberojê ve dimeşe. Desthilatdar naxwazin zû bi zû dengê mezlûman were bihîstin û êrişî dengê wan dikin û dixwazin wan bêdeng bikin. Lê hin deng hene ku ti desthilatdar nikarin wan tine bikin. Ew deng ji dagirker û hovîtiya wan mezintir in. Li Şîlî dengê Victor Jara, ji hêza Pinochet bilindtir û berztir derdiket, lewma ew kuştin, li Kurdistanê dengê Hozan Serhat di ser artêşa Tirkiyê re bû lewma ew kuştin, li Cezayîrê jî dengê Matub Lunes dengê Qebaîliyan bû yê ku bawerî çêdikir, ji wê jî ew girtin, êşkence lê kirin û di dawiyê de jî ew kuştin. Her wiha stranbêj Şab Hesnî (Hesnî Şeqrûn) jî yek ji wan stranbêjan bû ku li Cezayirê hate qetilkirin.

Ez ê welatê xwe neterikînim!

Beriya Matub Lunes, dewleta Cezayîrê êrişê mûzîsyen û nivîskaran dikir. Muzîka RAÎ ku li Cezayîr xwedî ruhekî azadiyê bû û dijberî hişmendiya dewletê û Îslamê bû, her tim dikete ber êrişên hêzên tarî yên Îslamî. Van kesan ji bo muzîka RAÎ digot, xelkê ji rê derdixe; yanî bi vî çavî lê dinihêrîn û digotin, heram e. Şab Hesnî yek ji wan kesan bû ku wek avakarê muzîka RAÎ dihat naskirin. Bi hezaran ciwan diçûn konserên wî. Dewleta Cezayîrê û hêzên Îslamî her tim gef lê dixwarin, lê Şab Hesnî jî li hemberî van kesan wêrek tevdigeriya û digot, “Ez ji wan natirsim û ez ê welatê xwe neterikînim.” Şab Hesnî, dixwest hin tabûyên Cezayîrê bişikîne û ji bo vê yekê, bi muzîkê re mijûl dibû. Lê ew hêzên tarî di sala 1994´an li ber mala wî êrişê Şab Hesnî kirin û ew kuştin. 

Ne bi Erebî bi Teqbeylî digot

Di dîroka Cezayîrê de bûyerên bi vî rengî gelek in. Lê bûyera herî tê zanîn ya li hember Metûb Lûnas (Bi Teqbeylî: Lwênes Mehtub) e. Kuştina wî ya bi destê hêzên tarî yên Îslamî, pirr deng veda û bû sedema protestoyan. Çavsorî, tirs û zikreşiya desthilatdaran a li hemberî hunermendan di kuştina Metûb Lûnas de veşartiye. Lûnas, hunermendekî li pey azadiyê bû û kesên jê hez nedikirin, dixwestin wî bifetisînin da ku dengê wî neyê bihîstin. Ji dengê wî pirr ditirsiyan. 

Lûnas aktîvîst û muzîsyenekî şoreşger bû. Bi hevalên xwe yên weke Idîr, Hozan Ferhat û Ait Menguellet MCB (Tevgera Çanda Berberiyan) ava kiribû. Wî hêj di ciwaniya xwe de ji bo doza ziman û nasnameya xwe, dest bi milîtaniyê kiribû. Di stranên xwe hemûyan de ev yek eşkere û bêtirs vedigot. Gava digot jî ne bi zimanê Erebî lê bi zimanê Teqbeylî digot. Ji ber vê helwesta xwe, televziyon û radyoyên Cazayîrî ti carî ew qebûl nekirin. Di protestoyên Qebaîliyan de ew her tim bi stran û gîtara xwe li pêş bû. Wî albûma xwe ya yekem, sala 1978’an bi alîkariya Idîr derxist. Di jiyana xwe de wî 36 albûm derxistin, lê ji bo gelek hunermendên din jî peyvên stranan nivisîn. Her wiha, wî konsera xwe ya yekem a herî mezin jî di sala 1980’yî de, li Tamurt n Leqbayel (Welatê Qebaîlan) di “Bihara Berberiyan” de da. Ev konser weke protestoyekê hatibû lidarxistin. 

Dibistan û dersên Erebî protesto dike

Beriya ku Metûb Lûnas dest bi stranbêjiyê bike jî helwêstên wî yên xurt hene. Dema li dibistanê ye jî pergala bişaftinê ya Ereban û polîtîkayên înkarê yên li ser xelkê Qebaîlî qebûl nake. Ew di bibîranînên xwe de ji bo vê yekê dibêje, “Piştî şoreşê, zimanê Berberî û Fransî ji mufredatê derxistin, yanî qebûl nekirin. Ez li ber vê helwêstê rabûm û min got, tiştekî bi vî awayî qebûl nakim! Di dersên xwe yên Erebî hemûyan de ez bi tiştên din re mijûl bûm û min qet guh neda dersên Erebî. Her dersa ku jê direviyam, ji bo min çalakiyeke berxwedêr bû, çalakiyeke azadiyê. Min bi zanebûn ev dikir.” 

Jixwe, sala 1975’an, Metûb Lûnas dev ji dibistanê berdide û berê xwe dide Fransayê da ku li wir ji xwe re karekî bibîne. 

Ne Ereb im, Berberî me!

Piştî demekê ji ber gefên leşkerên Cezayîrê, mecbûr dimîne bireve Fransayê. Lê sebra wî li wir nayê û dîsa vedigere welatê xwe. Di serhildanên sala 1988´an de polês guleyan lê dibarînin, pênc gule lêdikevin. Her kes dibêje, miriye û wî davêjin nav miriyan, lê Lûnas, xwedî baweriyeke bi rik e û namire. Piştî 17 emeliyatan, ew dîsa baş dibe û radibe ser piyan. Lê vê carê jî hêzên Îslamî yên çekdarî (GIA) jê nagerin, sala 1994´an wî direvînin û bi rojan êşkence lê dikin. Piştî xwepêşandan û protestoyên Qebaîliyan mecbûr dimînin ku wî serbest berdin. Lê piştî çend salên din dibînin ku Lûnas ji ya xwe nayê xwarê û stranên xwe yên ji guleyên wan bi tesîrtir, dibêje û pergala li Cezayîrê protesto dike, rêxistina Îslamî ya GIA di sala 1998´an de dîsa Metûb Lûnas direvîne. Vê carê ew nikare xelas bibe û tê kuştin. Piştî mirina Metûb Lûnas, bi hezaran Qebaîlî li bajarên Tîzî Wezû grevê radigihînin û dadgehê protesto dikin. Metûb Lûnas dikujin, lê dengê wî bêhtir belav dibe li Cezayîrê û her wiha li dinyayê. Doza wî bêhtir tê naskirin. Metûb Lûnas bi wêrekî û afirîneriya xwe dihat naskirin, ew li pey azadî û rastiyê bû. Li hemberî kesên ku dixwestin wî asîmîle bikin û dengê wî qut bikin, digot, “Welatê hemû gelên bindest welatê min e. Ez ne Ereb im, ez Berberî me.” 

Bi gotina Metûb Lûnas, Berberî ne Ereb in û ne jî Misliman. Ew xelkekî resen e ku xwedî bawerî, çand û rêûresmên cuda ye. Xelkekî ku serdestan tim ew bişaftiye û zilm lê kiriye. Lê, li gel ewqas zilm, bişaftin, kuştin û êrişan, dîsa jî ew li pey nasname, azadî û zimanê xwe ne. Bi stran û rengê xwe, îro xwedî çandeke qedîm û xweser in li Cezayîrê. Dilê wan ji bo azadiyê lê dide, serhildêr in û ji bo civaka xwe serxwebûnê dixwazin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.