- Medyaya Efxanistanê ragihand ku doh li paytext Kabîlê rêzeteqîn pêk hatine, û yek ji wan jî mezin bûye.
Medyaya Efxanistanê ragihand ku doh li paytext Kabîlê rêzeteqîn pêk hatine, û yek ji wan jî mezin bûye.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Efxanistanê, doh sibehê, li paytext Kabîlê rêzeteqînan rûdaye.
Ajansa Nûçeyan a “Efxanistanê” li ser hesabê xwe yê Telegramê got, “Teqîn hemwextî hev û derdora saet 6:30`î sibeha yekşemê li gorî dema herêmê, li paytext Kabîlê pêk hatin.”
Li aliyê din, kanala “Tilû News” a serbixwe ya Efxanistanê got, “Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efxanistanê Dr. Ebdulnafê Taktor piştrast kiriye ku li Kabîlê teqîn pêk hatine, lê agahiyên din parve nekirin.”
KABÎL