Li Kabîlê 5 kes mirin
Yekşem 3 Nîsan 2022 - 22:45
- Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihand ku li paytext Kabîlê, di teqînekê de herî kêm 5 kes mirin û qederê 30 kesan jî birîndar bûn.
Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihand ku li paytext Kabîlê, di teqînekê de herî kêm 5 kes mirin û qederê 30 kesan jî birîndar bûn.
Kanala Tolonews a Efxanistanê doh ragihand ku li nivîsgeheke bankeyan a li paytexta Efxanistanê Kabîlê, teqînekê rû daye, û di encamê de herî kêm 5 mirine û qederê 30 kesî jî birîndar bûne.
Teqîn li herêma Seray Şahrezad çêbû.
NAVENDA NÛÇEYAN