Li dibistanekê 3 teqîn

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:30

  • Polêsê Efxanistanê ragihand ku li dibistaneke kuran a li taxeke Hezarên Şîî li paytext Kabîlê, 3 teqîn pêk hatine û di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Polêsê Efxanistanê ragihand ku li dibistaneke kuran a li taxeke Hezarên Şîî li paytext Kabîlê, 3 teqîn pêk hatine û di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Berdevkê polêsên Kabîlê Halîd Zadran li ser Twitterê daxuyaniyek da û da zanîn ku teqîn li taxa Deştî Barçî li dibistana Abdul Rahîm Şahîd pêk hatiye.

Berdevkê polêsan li ser teqînê got, "Bû sedema qurbaniyan di nava birayên me yên Şîî de". Lê ti detayên din têkildarî bûyerê parve nekirin.

Hate ragihandin ku teqînê, dema xwendekarên mêr ji polên xwe derdiketin rûdaye.

Serokê beşa hemşîreyan ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku herî kêm 4 kes hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.