Li Cezayîrê ji ber şewatên daristanan di nav de 10 leşker, herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Cezayîrê, li bakur rojhilatê Cezayîrê şewata ku şeva Yekşem-Duşemê destpê kir, bû sedema mirina 34 kesan ku 10 ji wan leşker bûn.
Li gorî rayedaran, agirê ku bi daristanê, devî û zeviyan ket li 11 wîlayetan dewam dike. Hate ragihandin ku ji bo vemirandina şewatê 8 hezar parastvanên sivîl û 525 kamyon kar dikin. Her wiha bi balafir û helîkopterên vemirandina şewatê jî kar tê kirin ku şewat bê vemirandin.
Her sal mehên havînê li bakur û rojhilatê Cezayîrê şewat rû dide û bandoreke giran li daristanan û qadên çandiniyê dike. Tebaxa 2022'an li herêma El Tarfê ku li bakur rojhilatê welêt e ji ber şewatê 37 kesan jiyana xwe ji dest da. Havîna 2021'ê jî ji ber şewatê zêdeyî 90 kes miribûn.
Li hin herêmên Cezayîrê germeke gelekî zêde heye. Germahiya ku digihêje 48 pileyî, dibe sedem ku giha hişk bibe û metirsiya şewatê zêde dike.
NAVENDA NÛÇEYAN