Têkoşîna hevbeş wê şewatê vemirîne

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:50

  • Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:’’Divê em nirxên xwe yên hevbeş, ava xwe, axa xwe û daristanên xwe biparêzin.’’

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteyê di daxuyaniya xwe de polîtîkayên dewleta Tirk ên talankirina xwezayê û xemsariya wê ya têkildarî nevemirandina şewatan rexne kir û şehîdên jîngehparêz bi bîr anî. Naveroka daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi vî rengî ye:“Li Tirkiye û Kurdistanê her roj şewateke nû ya daristanan û komkujiyeke nû ya xwezayê rû dide û di encamê de em berdelên giran ku bi tu awayî em nikarin cihê wan dagirin, didin. Piştî ku li Eskîşehîrê 10 karker di şewata daristanê de jiyana xwe ji dest dan, mixabin li Bûrsayê jî wendahî çêbûn. Her wiha berî vê bi çend rojan li Rojhilatê Kurdistanê jî di şewata daristanan de wendahî rû dabûn. Ji ber van wendahiyên giran ku li Tirkiye û Kurdistanê di şewatên daristanan de rû dan em pir xemgîn in. Berî her tiştî em van karkerên daristanan yên ewladê gel ku di berdela parastina xweza û jiyanê bedena xwe kirine mertal û canê xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wan ji hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Her weha ji bo parastina nirxên hevbeş yê mirovahiyê daristanan, bi fedakariyeke mezin di refên herî pêş de çûne hewarê em minnetdariyê xwe tînin ziman. Ev ewladên gel ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane mînake herî mezin ya welatparêzî û têkoşîna ekolojiyê nîşan dan. 

Weke wendahiyên niha, wendahiyên ku par li şewatên daristanan yên li Amed û Mêrdînê hatin jiyîn jî bi awayekî eşkere berpirsyariya dewletê nîşan dide. Lewma weke gelê me ku piştî van bûyeran di nerazîbûnên xwe de anîn ziman, berpirsyarê sereke yê van encamên giran hukumeta AKP ye. Tevî ku xebatkar cane xwe feda kirine û çûne ku agir vemirînin, ji bo vî karî bikin pêdiviyên wan nehatine dayîn, şert û mercên bi ewle yên xebatê nehatine amadekirin. 

Ji bo şer pereyên wan hene

Li gorî daneyên fermî, îsal li Tirkiye û Kurdistanê zêdetirî 3 hezar şewatên daristanan rû dan û tenê di mehên Hezîran û Tîrmehê de herî kêm 650 şewatên daristanan rû dan û di encamê van de bi deh hezaran hektar daristanan tine bûn. Tevî ku tê zanîn germahiya hewayê her sal zêde dibe û ev dibe sedema şewata daristanan, lê hukûmeta AKP li pêşberî vê ti tedbîr negirtiye. Dewleta ku ev bi salane bi bahaneya ewlekariyê ji şer re bi milyaran dolar vediqetîne û pesnê xwe dide ku yek ji artêşa bijartî ya NATO’yê, ji bo agirê daristanan vemirîne pere nabîne, bê çare dimîne. Desthilatdariya AKP ku ji bo kirîna balafirên nû yên şer amadekiriyê dike û lêçûnên eskerî zêde dike, li hemberî şewatê daristanan ti gav navêje. 

Hikûmeta AKP’ê ne tenê bi xemsariya li hemberî şewatên daristanan, bi polîtîkayên li dijî gel û xwezayê jî ev bi salane êrîşên mezin pêk tîne û di polîtîkayên qirkirina ekolojîk de rekorên nû dişkîne. Tevî şewata daristanan yên dubare dibin, li bajarên Tirkiye daristanan pêşkêşî şîrketan dikin. Her weha li Kurdistanê li Şirnexê bi destê leşker û cerdevanan ev bi salan e bê navber komkujiyên daristanan dewam dikin û ev li hemû Botanê belav dibe. Bi taybet jî bi qanûnên nû yên di dema hikûmeta AKP de hatine derxistin qadên daristanan pêşkêşî şîrketên maden û enerjiyê dikin. Ev tevahî pirs û fikarên derbarê van şewatan de zêde dikin. 

Li gel fedakariyê rêxistin pêwîst e

Rewşa heyî nîşan dide ku bendewariyên ji dewletê dibe ku encamên karesateke gengaz dijwartir bike. Lewma gelekî girîng e ku weke hemû karesatên gengaz yên rû bidin, ev fedakarî û piştgiriya gel ya li hemberî şewata daristanan nîşan daye bibe rêxistinbûn û sazîbûneke mayînde û demdirêj. Ya ku xwezayê û jiyanê rizgar bike ne dewleta ku çav berdaye nirxên me, têkoşîna me ya hevbeş e. Gelên ku ev fedakarî nîşan dane, bê guman dikare têkoşîna ekolojîk ku bingeha siberoja me ava dike jî bi awayekî herî xurt bimeşîne û bersîvê bide hemû pirsgirêkan. Divê em nirxên xwe yên hevbeş, ava xwe, axa xwe û daristanên xwe biparêzin. Weke parazvanên xwezayê, ekolojîst, rewşenbîr, ciwan, jin, bi kurtahî weke hemû gelên ku li ser rûye erdê dijîn, li hemberî van komkujî û qirkirinên ku rû didin divê em têkoşînê mezin bikin û van mîrateyan beyî ku kêm bikin û tine bikin, bigihînin siberojê û nifşên nû. Têkoşîna hevbeş, li hemberî hemû xetereyan mîsogeriya herî mezin e.’’ 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.