Îdiayên îstîsmarê divê bên lêkolînkirin
Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:35

Endama MYK’a ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser dosyeya Epstein û diyar kir ku li Tirkiyeyê jî bûyerên heman rengî hatine jiyîn û got ku di sala 2013’an de dosyeyeke bi heman rengî gihiştiye ber destê wê. Eren Keskîn got ku divê ev îdiaye bi berfirehî bên lêkolînkirin.
Têkildarî doza Jeffrey Epstein ku li Amerîkayê ji ber sûcên “tecawizkirina zarokan” û “avakirina tora fihûşê” dihat darizandin û piştre li girtîgehê mirî hatibû dîtin, bi hezaran belge hatin weşandin. Piştî weşandina belgeyan, dosyeya Epstein li hemû dinyayê deng veda. Lêbelê li Tirkiyeyê têkildarî “dosyeya girêdayî doza Epstein” tu dozeke fermî nehatiye vekirin. Yek ji bûyerên li Tirkiyeyê dişibe dosyeya Epstein jî di salên 90’î de ji hêla Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mehmet Agar ve hatibû kirin û zarok hatibûn îstîsmarkirin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, têkildarî dosyeya Epstein û bûyerên bi heman rengî yên li Tirkiyeyê nirxand.
Eren Keskîn diyar kir ku têkildarî dosyeya Epstein li gelek deverên cîhanê bûyerên bi heman rengî rûdane û got: “Têkildarî vê mijarê di sala 2013’an de li Tirkiyeyê jî agahî hatin ber destê min. Ji min re hate gotin ku kesê bi navê ‘Demink’ ku li Wezareta Dadê ya Hollandayê dixebitî, di sala 1996’an de hate Tirkiyeyê û tev li civînên Interpolê bû. Gotin ku ev kes şevekê li Stenbolê maye û gotiye ku îstîsmarkarê zarokan-pedofîlî ye û Mehmet Agar jî zarok jî vî kesî re biriye. Bûyerên îstîsmarê ne tenê di dosyeya Epsteîn de hene. Heman bûyer li erdnîgariya me û li yên cuda jî diqewimin. Weke parêzerek bi salan dixebite, dizanim ku li xaka me jî îstîsmarkirina zarokan pir zêde ye. Dema ev derdor tên parastin jî qet nayên cezakirin. Lewma vê dosyayê ez ecêb nehiştim. Aliyê girîng ew e ku piştî bi salan, saziya siyasetê ya navneteweyî û siyaseta navxweyî ya Amerîkayê vê li dijî hev weke şantajê bi kar tîne.”
Di berdewamê de Eren Keskîn bi lêv kir ku dosyeyên behsa xeberê li ser mexdûrbûna zarokan nayên vekolandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dosyeya Epstein ne li ser mexdûrbûna zarokan lê ji hêla şantajên siyasetmedaran ve tên destgirtin. Ev rêjeya îstîsmarkirina zarokan nayê nîqaşkirin, veşartina wê nayê nîqaşkirin.”
Eren Keskîn bi lêv kir ku dewlet, hiqûqa navneteweyî her tim binpê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî îmze kiriye lê tevekan jî binpê dike. Erê rast e li DYA’yê bêhiqûqtiyeke mezin hatiye kirin lê hûn dikarin li dijî Trump her tişta dixwazin bibêjin. Hûn dikarin li dijî wî biaxivin û fîlman çêbikin. Kesek ji ber vê we nagire. Lê li Tirkiyeyê tu caran azadiya xweîfadekirinê nebûye. Weke parastvanên mafên mirovan di dosyeya Epstein de em ê tişta ji dest tê bikin û têbikoşin. Lê tiştên em bikarin bikin hinek bisînor in.”
MA / STENBOL















