‘Mafê Hêviyê’ erkek qanûnî ye

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:38

Parêzer Eren Keskîn, da zanîn ku sererastkirina rêziknameya 'mafê hêviyê' ya li Tirkiyeyê erkek qanûnî ye û got, “Ev mijareke mafê mirovan e.”

Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn, da zanîn ku sererastkirina rêziknameya ‘mafê hêviyê’ ji aliyê Tirkiyeyê ve weke qenciyeke tê nîşandan û got ku ev yek ji rastiyê dûr e. Eren Keskîn, bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û xwezaya girêdayî ya biryarên DMME’yê qebûl dike û got, "Tirkiye di vî alî de dewletek mehkûm e. Mafê hêviyê ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo gelek girtiyên din ên di girtîgehê de jî derbasdar e. Divê ev rêzikname were pêkanîn."

Eren Keskîn, da xuyakirin ku pêvajo ne ji aliyê dînamîkên navxweyî ve, berovajî ji aliyê zextên derve ve tê meşandin û got ku îradeya siyasî jî bêdeng dimîne.

Eren Keskîn, diyar kir ku mafê hêviyê ji bo pêşîgirtina li girtina heta hetayê ya kesekî ku wekî îşkence tê hesibandin girîng e û anî ziman ku pêkanîna vî mafî dikare bi awayên cûrbecûr be (berdan, girtina malê, berdana bi şert, hwd.) be.

Eren Keskîn, da xuyakirin ku saziyên navneteweyî ji bo armancên siyasî têne bikaranîn û got, "Saziyên Ewropayê li şûna ku zextê lê bikin, bi berdewamî dem didin Tirkiyeyê. Lê jixwe Tirkiye mecbûr e ku vê rêziknameyê bicîh bîne."

Eren Keskin, bal kişand ser bêdengiya îradeya siyasî û got, "Min ne ji Wezîrê Edaletê û ne jî ji qada siyasî daxuyaniyek zelal li ser mafê hêviyê nebihîstiye. Hiqûq nikare bi siyasetê were meşandin. Ger Tirkiye aligirê mekanîzmayên navneteweyî be, divê vê yekê ji gel re rave bike. Em mecbûr in vê bikin.”

Eren Keskin, da zanîn ku ji bo misogerkirina baweriya gel, ji bilî mafê hêviyê, divê Qanûna Dij-Terorê were betalkirin, biryarên DMME’yê werin bicîhanîn, girtiyên siyasî û nexweş werin berdan, wekhevî di qanûna ceza de were bidestxistin û Peymana Stenbolê bê vegerandin.

Eren Keskin axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir, "Bahçelî dewlet bi xwe ye. Ger bixwazin, dikarin vê rêziknameyê di saetekê de bicîh bînin. Ji ber vê yekê, ne gotin girîng in, pratîk girîng e. Di pratîkê de, divê ev gav demildest were avêtin.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.