Derfet hebin ez ê bi bezê herim
Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:52

Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê "mafê hêviyê" yê Rêber APO de 12 sal derbas bûn jî, hêj tu gav nehatine avêtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê, herwiha Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî xwest ku "mafê hêviyê" bê sepandin. Bangekî ji bo sepandina "mafê hêviyê" jî ji endamên malbata Rêber APO hat. Alî Ocalan, xwarziyê Rêber APO yê ku di 31’ê Cotmehê de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi wî re hevdîtin kiribû, diyar kir ku wekî malbat ew dixwazin tavilê verastkirinên qanûnî yên der barê "mafê hêviyê" de bikevin meriyetê û got:"Em wekî ferdên malbatê dixwazin ku tavilê azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin. Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Em daxwazin ku hem mafê hêviyê bê mîsogerkirin hem jî ziman û çanda Kurdan bibe xwedî temînata destûra bingehîn. Sepandina mafê hêviyê wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî pêş ve bibe."
Herî dawî di sala 1975’an de dîtibû
Mehmet Reşît Ocalan ê 83 salî ku pismamê Rêber APO ye, anî ziman ku wî herî dawî di sala 1975'an de ew ditiye û berê di gund de her tim bi hev re dem derbas dikirin. Mehmet Reşît Ocalan bîranînekî xwe ya bi Rêber APO re wiha vegot:"Çekekî min hebû. Min ji Abdullah re got; 'were em kevirekî deynin wir û nîşan bigirin.' Wî jî got 'temam'. Me kevirek danî, min nîşan girt û lê xist. Paşê min çek da Abdullah. Wî nîşan girt lê nekarî lê bixe û got: 'Ev ne karê min e'. Abdullah hingê di dora 10 saliya xwe de bû, ez jî 20 salî bûm. Abdullah pir pratîk, jêhatî, jêhatî, xurt û zîrek bû." Mehmet Reşît Ocalan anî ziman ku tiştên Rêber APO kirine ji bo gelê wî ne û got:"Mirovan xwe ji bo wî feda kir. Abdullah ji bo xwe tiştek nekiriye. Her tim ji bo gelê xwe kir. Niha derfet hebe ez ê bi bezê herim dîtina wî. Ez pir dixwazim, lê dewlet destûrê nade. Heke ev pêvajo pêş ve biçe, her kes dibe wekhev, aştî çêdibe. Ma ji aştiyê çêtir tiştek heye?" Mehmet Reşît Ocalan daxuyaniyên Bahçeli bi bîr xist û diyar kir ku ew daxwaza cîbicîkirina "mafê hêviyê" dikin û got:"Bila heya dawiyê ji mafê hêviyê sûd werbigire. Banga me ev e. Ji sala 2011’an û vir ve DMME’yê biryar daye. Mafê hêviyê ne tenê meseleya Serok e, meseleya bi hezaran girtiyan e. Divê mafê hêviyê bê bicîanîn. Divê Kurd bi vê motîvasyonê berxwedana xwe bidomînin."
MA/RIHA















