Dr. Mansouran: Mafê hêviyê pêdiviyek hiqûqî ye
În 2 Çile 2026 - 03:48

Dr. Abbas Mansouran ê ji "Komîteya Navneteweyî ya ji bo Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re", armanca kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dane destpêkirin rave kir û got: “Girtina Ocalan, di siyaseta Tirkiyeyê û di pirsgirêka dîrokî ya Kurd a li Rojhilata Navîn de rehên kûr berdaye.”
Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanyayên neteweyî û navneteweyî berdewam dikin. “Komîteya Navneteweyî ya ji bo Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re” ku însiyatîfeke serbixwe û dildar e û aktîvîst, akademîsyen, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan tîne cem hev, di 20’ê Kanûna 2025’an de li ser malpera change.org’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin.
Pisporê tenduristiya giştî û epîdemîolojiyê û parêzvanê mafên mirovan Dr. Abbas Mansouran, armanca kampanyayê û rewşa girtina Abdullah Ocalan nirxand.
Mansouran bal kişand ser sê daxwazên komîteyê yên mîna mafê hêviyê, mafê hevdîtinê û azadiya fîzîkî û diyar kir ku di vê pêvajoyê de mafê hevdîtinê ne “qenciyek hikumetê” ye, pêdiviyek hiquqî û mirovî ye. Mansouran destnîşan kir ku bi kampanyaya îmzeyan ew dixwazin mijarê hîn bêtir bixin rojeva raya giştî ya navneteweyî, li dijî asayîkirina pêkanînên otorîter û bêhiqûqî bisekinin û saziyên navneteweyî neçar bikin ku li hemberî bêdengî û derengmayîna xwe hesab bidin.
Mansouran destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan bi azadiya şexsî yan jî tenê bi meseleya Kurd ve nayê sînordarkirin û wiha got: “Azadiya Ocalan, li derveyî meseleya Kurd, tê wateya rawestandina ji bo polîtîkayên rewşa awarte û hiqûqa kêfî. Peyam zelal e, pirsên siyasî bi tecrîd, bêdengî û tundiyê çareser nabin, diyalog û beşdariya raya giştî dixwaze.”
Mansouran diyar kir ku helwesta mekanîzmayên navneteweyî ne bes e û pirsgirêk ne kêmasiya standardên hiqûqî ye, lê ya cîbicînekirinê ye.
Mansouran, diyar kir ku ew di kampanyayên xwe de giranî didin ser doza Abdullah Ocalan û vê dozê wekî mînakeke sembolîk a rewşa girtiyekî siyasî yê di bin rejîmên awarte yên wekî Îmraliyê de tê girtin dinirxînin.
MA / HÎVDA ÇELEBÎ










