Komplo navneteweyî ye

Çarşem 5 Sibat 2025 - 03:00

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê parêzer Eren Keskîn, bal kişand ser komploya navneteweyî û got: “Ev operasyoneke navneteweyî bû, ne tiştekî ku Tirkiyeyê bi tena serê xwe pêk anîbû." 

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket û di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê. 26 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. 

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn têkildarî komploya navnteweyî nirxandin kir. 

Operasyoneke navneteweyî bû

Eren Keskîn li ser roja ku di encama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, wiha got: “Em hemû sibeha 15’ê Sibata 1999’an bi nûçeyan şiyar bûn. Me agahî girt ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Helbet wê demê ez parêzerek bûm ku dozên siyasetmedarên kurd digirt. Ez tavilê çûm girtîgehê, helbet her kes gelekî matmayî mabû, ne tiştekî ku dihat hêvîkirin bû. Di cih de piştre me zanî ku ev operasyoneke navneteweyî ye. Yanî ev operasyoneke navneteweyî bû, ne tiştekî ku Tirkiyeyê bi tena serê xwe pêk anîbû. Divê di nava hefteyekê de parêzerê wî bihata diyarkirin, nexwe dê baroyê parêzer tayîn bike. Ez dibêm qey roja sisiyan bû, şevekê Osman Baydemir dereng telefon kir û got, 'Em hev bibînin?', bi rastî min fêm kir û tenê got 'Tu heyî ?'. Wekî din tiştek din nepirsî, min jî got ez heme." 

Hiqûq pêk neanîn

Eren Keskin diyar kir ku ev yek binpêkirina mafan e, li hemberî hemû binpêkirinan weke parêzvanên mafên mirovan li dijî vê yekê radiwestin û wiha nêrînên xwe anî ziman: " Helbet em wek parêzvanên mafên mirovan li dijî muameleyên nebaş ên li hemberî Abdullah Ocalan derketin. Me her tim diyar kir ku tecrîd binpêkirin û îşkenceya mafên mirovan e, lê li vir rewşek heye, dewleta Komara Tirkiyeyê hiqûqa xwe ya navxweyî, hiqûqa navneteweyî li Girtîgeha Îmraliyê bi kar neanî. Kesên girtî û hikûmxwar dikare hevdîtinê pêk bîne, dikare bi telefonê bi xizmên xwe re biaxife, parêzerên xwe bibîne. Em binpêkirina mafan qebûl nakin." 

Divê tecrîd bê rakirin

Parêzer Eren Keskîn, destnîşan kir ku beriya her tiştî divê tecrîda li girtîgeha Îmraliyeyê bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ocalan divê bikaribe dengê xwe bide bihîstin. Û ez di wê baweriyê de me ku eger derfeta bihîstina dengê wî bê dayîn, di çareserkirina pirsgirêka kurdî de gaveke girîng bê avêtin. Ji ber vê yekê jî berî her tiştî divê tecrîta li Îmraliyê bê rakirin.”

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.