Azadiya Ocalan ezmûna Tirkiyeyê ye
Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:40
Ji bo azadiya Rêber APO ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) Xavîer Bettel name hatibû nivîsin û yek ji kesên îmze avêt nameyê Nûnera Tirkiyeyê ya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê (IPPNW) Gîsela Penteker bû. Gîsela Penteker der barê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de axivî. Gîsela Penteker da zanîn ku bi komploya navneteweyî ya pêk haitye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hedef hatiye girtin û got:“Di bin agahiya Ewropa û Amerîkayê de komploya navneteweyî pêk hat. Li gorî min hedef têkoşîna azadiya gelê Kurd bû.” Gîsela Penteker daxuyakirin ku civaka navneteweyeyî dizane ku di mijara mafê mirovan û rêgezên edaletê de li hember Kurdan cotstandardî pêk tê û got:’’Dewletên Ewropayê daxwaza starbûnê ya Ocalan red kirin. Dema Îtalyayê ev daxwaza starbûnê qebûl kir, pir dereng bû. Saziyên navneteweyî dema ji bo berjewendiyên xwe vê wek alav b ikar tîne. Di rewşên din de jî binpêkirinên mafan yên cidî ji nedîtîve tên.” Gîsela Penteker destnîşan kir ku demokrasiya rojava ku retorîka ‘mafê mirovan’ didomîne, di mijara tecrîda giran a li Îmraliyê de bêdeng dimînin û got“Rola Tirkiyeyê ya di qada navneteweyî de ji bo wan evqas girînge ku rîska ku Erdogan hêrs bibe naxwazin bigirin ser xwe.”
Fikrên wî dikare guherînan bike
Gîsela Penteker wiha dirêjî dayê:“Min fikrên Abdulla Ocalan cara yekemîn di salên 90’î de nas kirin. Min dît ku paradîgma wî ya civaka demokratîk li Bakur civaka Kurd çawa guhertiye. Fikrên wî ji bo civakek aştiyane dikare bibin îlham. Fikrên Ocalan dikarin li Rojhilata Navîn guherînek erênî bikin.Torên piştevaniya navneteweyî ya bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re li hinek cîhan qels dimîne. Zextên dîplomatîk li tu derê têr nakin. Serokomarê Tirkiyeyê ligorî xwe dikare tevbigere.”
Gîsela Penteker diyar kir ku azadiya Rêber APO di pêvajoya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê de qoxanek girînge û got:’’Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokrastiya Tirkiyeyê gelek girînge. Dema em tecrîda 26 salan li ber çavan bigirin, hiqûqa navnetweyî ezmûnek cidî daye. Hiqûqa navneteweyî derdixe holê ku binpêkirina mafe Ocalan ne mijareke ku cidî bê girtinê ye. Li gorî min mekanîzmayên mafê mirovan ên Ewropayê vê mijarê baş nagire dest.”
JINNEWS/MELEK AVCI