Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e
În 2 Gulan 2025 - 03:10
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn da zanîn ku li Tirkiyeyê di warê binpêkirina mafan de pîvanên dualî tên sepandin û got:"Pêkanîna mafê hêviyê ne lutf, peywirek e."
Gelek saziyên civaka sivîl ên Stenbolê ku baro jî di nav de hene, di 28'ê Nîsanê de daxuyaniyek dan û xwestin ku rejîma înfazê ya "heta hetayê mayîna di girtîgehê de" bê guhertin û "mafê hêviyê" bê pêkanîn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku îmze avêt daxuyaniyê, têkildarî "mafê hêviyê" nirxandin kirin.
Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e
Eren Keskînê bal kişand ser vê yekê ku li Tirkiyeyê di warê binpêkirina mafan de pîvanên dualî tên sepandin û got: "Mafê hêviyê û guhertina qanûnên înfazê tiştên ku bi biryarên meclisê pêk tên. Lê mixabin nêzîkatiyên partiyên din ên ji bilî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên der barê 'mafê hêviyê' cihê rexneyê ne. Mafê hêviyê pêdiviyeke hiqûqa mirovî ye. Û divê hemû partî mafê hêviyê têxin rojeva xwe. Demildest divê di vî warî de gav bên avêtin. Pêkanîna mafê hêviyê ne lutf, peywirek e."
MA/STENBOL