10’emîn Pakêta Darazê hêviyê nade
Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:20
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 10’emîn Paketa pêşkeşî Meclisê hatiye kirin nirxand û got: “Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye."
AKP'ê di 29'ê Gulanê de pêşnûmeqanûna bi navê 'Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlekariyê û Guhertinên di Hin Qanûnan de' pêşkêşî Meclisê kir. Di pêşnûmayê de ku weke 10'emîn Pakêta Darazê jî tê zanîn, ji gelek derdoran pakêt rexne kirin. Di pakêtê de cih negirtina rêziknameyên têkildarî înfazên serdema COVÎD-19'an de bi taybetî bû sedema bertekan.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku pakêta nû ya dadgeriyê nirxand û wiha got: " Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye.”
Newekheviyeke mezin heye
Eren Keskîn diyar kir ku têkildarî pêvajoya ku didome têkildarî pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de hin bendewarî ji civakê hene û bi bîr xist ku hînê li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "230 girtî di rewşeke welê de ne ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê li bendê bû ku derbarê serbestberdana girtiyên nexweş de sererastkirinek bê kirin. Her wiha guhertina Qanûna Înfazê ya Ceza dihat pêşbînîkirin. Bendewariyên di demeke kurt de ev in. Me her tim anî ziman ku sîstema ceza ya Tirkiyeyê gelekî cotstandartî û cihêkar e. Mînak, eger we sûcekî mîna dizî yan jî sextekariyê kiribin, hûn ê nîvê cezayê xwe bidin û ji girtîgehê derkevin. Lê eger hûn ji ber nasnameya xwe ya siyasî di girtîgehê de bin, hûn ji çaran sê ceza digirin. Di darizandinê de newekheviyeke mezin heye. Divê ev mijar bên destgirtin."
Hêviyê nade
Keskîn axaftina xwe bi van gotinan temam kir: “Ev qanûn di mijara çareseriyê de ti aliyê wê nîne ku hêviya aştiyê mezin bike. Ya ku divê pêk were, pêkanîna wekheviyê ya li îdamê, rakirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, rakirina astengiyên li pêşiya azadiya îfade û rêxistinbûyînê, rakirina prosedurên dadgeriyê yên taybet û rakirina dadgehên xwedî destûra taybet e. Ev daxwazên me yên asayî ne. Lê belê em dizanin ku ev guhertin wê bi carekê re neqewime. Lê belê, qet nebe, em li bendê bûn ku guhertineke ku hêvîya rê li ber van guhertinan veke. Rewşeke bi vî rengî rû neda.Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye. Divê di înfazê de wekhevî hebe û TMK were rakirin."
MA / STENBOL / OMER ÎBRAHÎMOGLU