11'emîn Pakêta Darazê tê gotûbêjkirin

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:30

Parêzer Ulaş Ertaş, 11'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin û dê roja çarşemê li Komîsyona Edaletê were nîqaşkirin rexne kir û got: "Bi vê pêvajoya nû re, divê bi awayekî tevahî û bi Qanûneke Înfazê ya nû newekheviyên di qanûnên înfazê de werin rakirin."

11'emîn Pakêta Darazê ya ku di raya giştî de bûye sedema nîqaşên mezin, di 27'ê Mijdarê de pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin. Di pakêta ku ji 38 xalan pêk tê de, hebûna mudaxeleyên li dijî azadiya îfade û ramanê bal kişand. Li gel verastkirinên têkildarî sûcên behîsa sanal, qumara sanal, xapandin, di rojên pîrozbahiyê de derxistina aloziyan û birîna rê ya di trafîkê de, di pakêtê de verastkirineke nû ya înfazê jî cih digire. Li gorî vê, girtiyên ku beriya 31'ê Tîrmeha 2023'yan sûc kirine lê cezayê wan tekez nebûye, dê bikaribin dema serbestiya bi kontrol li derve temam bikin. Lêbelê wekî verastkirinên berê girtiyên siyasî dê ji vê verastkirinê jî sûdê wernegirin. Parêzer Ulaş Ertaş têkildarî 11'emîn Pakêta Darazê nirxandin kir.

Ulaş Ertaş diyar kir ku di verastkirinên ku di 31'ê Tîrmeha 2023'yan de bi "destûra kovîdê" hatin kirin de pirsgirêkên teknîkî hebûn û ev tişt got: "Wê demê jî em pir li dijî vê derketin. Hat gotin ku ev şaşiya teknîkî dê piştre bi 10'emîn Pakêta Darazê ve were verastkirin. Lêbelê di 11'emîn Pakêta Darazê de bi Qanûna Înfazê ya Hêjmar 5278'an careke din hat pêşberî me. Qanûna ku derketiye, bi awayekî aşkera radixe ber çavan bê ka qanûna înfazê çawa hatiye dabeşkirin. Pakêtê, dîroka 31'ê Tîrmeha 2023'yan ne wekî dîroka tekezbûna cezayê, wekî dîroka sûc esas girt. Di verastkirina ku ji bo hikumxwarên edlî hat kirin de, rewşa kontrolê yan jî derbasbûna girtîgeha vekirî ji bo kesên beriya vê dîrokê sûc kirine çêbû. Guhertina di sala 2023'yan de jî, guhertinên di vê pakêtê de jî desthilatê kirin. Dema em dinêrin, em dibînin ku desthilat tiştekî nû dernaxe holê, verastkirinên ku didin ber me wekî tiştekî nû nîşan didin. Di vê çarçoveyê de pakêta darazê pir bi pirsgirêk e."

Ulaş Ertaş rave kir ku di pakêtê de sînorê jêrîn ê hin sûcdariyên di qanûna cezayê de hatiye zêdekirin û xalên nû li hin sûcdariyan hatine zêdekirin û diyar kir ku ji ber ku ev xalên nayên pêşbînîkirin in, tên nîqaşkirin û wiha pê de çû: "Pêşnûmeyên ku vekirî û nayên pêşbînîkirin hene. Ji ber vê yekê divê em rexne bikin. Xalek din a ku divê em rexne bikin jî ew e ku di înfazê de wekhevî tune ye. Di qonaxa înfazê de dema mafê çûyîna girtîgeha vekirî yan jî kontrolê didin hikumxwarên edlî, ev girtiyên siyasî di nava xwe de nahewîne. Em dibînin ku awayekî aşkera bêedaletî heye."

MA / ÎZMÎR / UGURCAN BOZTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.