Ji bo Sûriyeyê destûrek hevbaş lazim e

În 5 Kanûn 2025 - 03:25

Çalakvanê hiqûqî Ehmed El Xidir da zanîn ku divê destûreke nû ya Sûriyeyê were sazkirin ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin û qanûnên sûcdarkirina mezhebperestî û fitneyan werin danîn.

Çalakvanê hiqûqî Ehmed El Xidir ê ji kantona Tebqayê destnîşan kir ku ji hilweşîna rejîma Esad ve ew banga danîna destûreke giştî ya li gorî pirrengiya Sûriyeyê dikin ku di wê destûrê de maf, nirx û taybetmendiyên her pêkhateyekê misogerkirî bin.

Ehmed El Xidir destnîşan kir ku beşdariya hemû pêkhateyan di destûrê de mijareke sereke û bingehîn e û divê qanûnên sûcdarkirina taîfeperestî û belavkirina fitneyan jî werin danîn.

Ehmed El Xidir got di dîroka Sûriyeyê de gelek destûr hatin sazkirin. Destûra yekemîn di 1920'î de ya Mîrnişîna Sûriyeyê, piştre di 1928, 1930, 1950 heta bi 1973'yan a ku hegemonyaya partiya Baasê di dewletê de daye rûniştandin. Di 2012'an de destûr hat rastkirin lê cewhera wê wekî xwe ma. Di 12'ê Adara 2025'an de jî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "Danezana Destûrî" derxist lê tê de tu garantî ji bo mafên pêkhateyan nehatin dayîn.

Ehmed El Xidir bangên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo sazkirina destûreke giştî teqez kir û got ku guhertina danezana destûrî û beşdarkirina hemû pêkhateyan tê de, gaveke sereke ber bi parastina mafên pêkhateyan ve ye.

Ehmed El Xidir got destûreke li gorî pirrengiya gelê Sûriyeyê pêwistiyeke niştimanî ye ji ber ku ew pêşî li hewldanên fitne û taîfeperestiyê digire.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.