Têkoşîn ji bo azadiya Gelê Kurd e
În 6 Sibat 2026 - 03:50

- Fermandarê QSD'ê Sîpan Hemo anî ziman ku peymana bi rêveberiya Şamê re ji bo misogerkirina destketiyên li Rojava ye û got, pêvajo wê qonax bi qonax bimeşe û pêşî li naskirina siyasî ya Kurdan vebûye.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo li ser Peymana Rojava-Şamê û bûyerên dawî yên li Sûriyeyê axivî.
Nirxandinên Sîpan Hemo bi vî rengî ne:
Ev demeke em li Rojava û li Sûriyeyê ji demeke hesas û dîrokî re derbas dibin. Şerekî bêhempa, têkoşîneke ku tê de fedakariyeke pir mezin ya şervanên me, gelê me û ya tevahî gelê Kurdistanê heye, 14 salan zêdetir e derbas bû. Bi fedakariyeke mezin. Ev jî wek lihevkirinekê derdikeve holê. Bê guman ev lihevkirin, tiştekî girîng e ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Li ser vê bingehê bi wate dibe. Lewre em vê lihevkirinê girîng dibînin. Em vê lihevkirinê wek despêkek têkoşînê, ji bo bikaribin ji Kurdan re bingehek siyasî, wek gavek esasî, bingehek ku nasnameya wî ya siyasî ku bikaribin misoger bikin û jê re esasekî bidin çêkirin, ji bo vê gavek girîng dibînin. Wateya vê lihevkirinê di vê rewşê de ye.
Di çarçoveya vê lihevkirinê de wekî ku hat ragihandin jî, ev lihevkirin li ser sê pêvajoyan hat çêkirin. Pêvajoya yekem, agirbestek ji hemû aliyan ve were ragihandin û hêzên leşkerî jî wê di çeperên xwe de qedemekê dûrî hevdu bikeve. Piştre cihbicihkirina ewlekariyên hundir werin temamkirin. Beşê wê yê duyemîn jî li ser entegrasyona sazî û dezgehên li Rojava ye. Ev du roj in, duh li Hesekê, îro jî li Qamişlo, pêngavên vê lihevkirinê destpê kirine. Ev lihevkirin jî, ji aliyê ewlekariya hûndirîn ve pêk tê.
Ev lihevkirin wê li Kobanê jî were cih bi cih kirin. Bê guman di rojên şer yên destpêkê de Kobanê hate dorpêçkirin. Rewşa Kobanê diyar e, ji hin heremên me yên din cuda ye. Li çar aliyên Kobanê êrîş hatin pêşxistin. Piştre Kobanê hate dorpêçkirin. Berxwedana şervanên QSD'ê li Kobanê dîrokek nû nivîsandin. Şervanan nehişt dijmin gavek jî ber bi gundên Kobanê ve biçin. Wan jî dizanî ku pêşveçûyîna ber bi Kobanê ve wê wisa hêsan nebe.
Ev pêvajo komployek ciddî ye. Komployek mezin e ku li ser hişmendiya gelan, ji bo bikaribin di heremê de di nav hemû pêkhateyan de li dijî aramiyê komployekmezin çêkirin. Di vê demê de dibêjin bila Kurd hebin, nasnameya wan jî bila hebe, lê li gorî xwe dixwazin bi cih bikin. Wer pêwîst dibînin ku li gorî dîzayna ew qebûl dikin, bi cih bikin. Ji ber vê di nava gelek hêzên hegemon û gelek hêzên ku di heremê de bandora wan heye, lihevkirin çêbû û li ser vê esasî operasyon û êrîşên xwe dane despêkirin. Di vê çarçoveyê de jî, li Sûriyeyê û li Rojava ev êrîşa berfireh dane despêkirin.
Me têkoşînek bi hevpeymana navdewletî re li hemberî DAÎŞ'ê birêvebir. Bi fedakariya şervan û hêzên me DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di tevahî Sûriyeyê de hat têkbirin. Ev wê bi xwe re derfetek nû ku mirov bikaribe li Sûriyeyê bi hişmendiya demokrasî, bi hêzên demokrasîyê re li tevahîya Sûriyeyê tesîrekê bide çêkirin. Ji 2016'an ji Minbicê û vir ve em di heremên Ereban de bi cih bûn. Me cih girt. Di vir de kêmasiyên me hene. Şerê ku çêbû em di nav xwe de dinirxînin. Tiştên ku em rexnedayîna wî jî bidin hene. Bê gûman kêmasiyên me hene. Di van civakan de him aliyê rêxistînî de, him jî di aliyê leşkerî de kêmasiyên me hene. Ji bo hesapdayîna civaka xwe, em jê şerm nakin, ev kêmasiyên me ne. Di rastiyê de komplo hat kirin. Ji ber ku xwestin di navbera Kurd-Ereban de şerekî nû bidin despêkirin. Şerekî wisa dixwestin ku bi çend nifşên, bi salan xilas nebe wisa dixwestin. Pilana ku dixwestin pêkbînin, şerê kuştin û komkujiyan bû. Di vî şerî de xwestin em hev bikujin û dawî li vê şerê neyê. Ev saleke li ser vê pîlanê kar dikirin. Eşîran tehrîk dikin, şerekî taybet birêve dibin. Gelek mesref û îmkan di nav eşîr û civaka Ereb de xerç kirin ku ji bo şerekî wisa amade bikin. Ruxmê hemû hişyariyan civak kete vê rewşê. Me li wir pir zêde li hember çekdarên fermî şer nekir. Bi komployek û di hundirê civakê de amade dikirin. Ev civak li hember dezgehan derdiketin.
Di serî de vê bibêjim; em şervan û têkoşerê gelê Kurd in. Ji bo azadiya Kurd ev têkoşîn hatiye despêkirin. Ji bo Kurd bigihêjin azadiya xwe, mafê xwe, bi hezaran berdêl dan. Gelê Kurd û şervanên wî û rêveberên wî tev. Di avakirina nû ya sedsala nû de bingeh Kurd e. Cewhera têgihiştin û zanina azadiyê Kurd e. Ev têkoşîn jî hemû ji bo hebûna Kurd tê pêşxistin. Lê di mijarê projeyan de, proje têk çûne yan jî bi ser ketine, em dixwazin bêjiin ku esasê me Kurd û Kurdistan e. Em ji wir derketine û wisa têkoşinê dikin. Kurd xwedî karakterekê ye. Kurd nizane zilmê bike. Kurd nizane zextê bike. Kurd bi cîranên xwe re di nava aramiyê de ye. Kurd bibe hêz, bibe desthilatdar, bibe azad, Kurd wê bi derdorên xwe re di nava aramiyê de bijî. Ji roja destpêkê heta niha Kurd xwedî taybetmendiyek bi vî rengî ne.
Wek merheleya ewil û li gor hevdîtinên ku li Hesekê û Qamişloyê pêk hatin jî, dixwazin hêzê xwe bi cih bikin. Wê piştre gav ni gav li ser heremên din jî pêk bê. Bê gûman bendek vê lihevkirinê jî ew e ku tevahî girtin bên sekinandin. Ji bo her dû aliyan jî êsîr û kesên ku dîlketine werin berdan. Wê ser kar were kirin. Êsîr jî hene. Êsîr wan jî, girtyên wan jî li gel me hene. Di encamê de ev entegrasyoneke û wê pêk bê. Ji aliyê me û ji aliyê Şamê ve jî wê girtî bên berdan. Rojavayê Kurdistanê bi taybetmendiyên xwe û wê di Sûriyeyê de hebûna xwe berdewam bike. Her çendî li Rojava hin xisusiyet hebin jî, wê êdî hin tiştên giştî eleqader bikin. Ev pêvajo wê wisa were birêvebirin, wê wisa were temam kirin. Meseleya êsîr û dilgirtîyan jî wê wisa bi encam bibe.
ANF/HESEKÊ















