Veguherîn bersiva li dijî komployê ye

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:48

  • Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Nûrettîn Demîrtaş ragihand ku bersiva herî bi wate ya li komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê veguherîna demokratîk û avakirina civakî be.

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Nûrettîn Demîrtaş bi wesîleya savlegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê axivî ku li dijî Rêber Apo hate kirin. Nûrettîn Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de got, "Beriya her tiştî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi hêrs şermezar dikim. Rêber Apo ku 27 sal in li hemberî vê komploya kapîtalîzma global bê navber têdikoşe, berxwedana gelên me silav dikim."

Nûrettîn Demîrtaş di şexsê Halît Oral de şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi bîr anî û got, "Rêber Apo heta roja îro rastiya komploya 9'ê Cotmehê bi têrkerî raxist pêş çavan. Komplo ronî kir ku li hemberî wê têkoşîn karîbû bê meşandin. Sira meşandina têkoşîna serketî bi fêhmkirina armanca komployê ya di dema xwe de bû."

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê anî ziman ku di asta heyî de eger hêzên sosyalîst, demokratîk karibin rastiya komployê fêhm bikin wê bêhtir têbigihêjin bê li Rojhilata Navîn çi diqewime, ji niha û pê ve çi dikare bê kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:"Mînak, piştî ku hesabên hêzên global ên li ser Rojhilata Navîn, rêgeha wan a enerjiyê û ewlekariya wê bi rengekî şênberî ketin rojevê, hingî armancên wan bêhtir hatin fêhmkirin. Halbûkî ev yek ji doh ve diyar bûn. Li gel vê yekê hin hêzan her tim hewl dan hêza herî dînamîk a herêmê Kurdan bixin bin bandora xwe, vê hewldana xwe hîn jî dewam dikin. Eger pirsgirêk li ser zemîna demokratîk neyê çareserkirin, vediguhere qadeke welê ku hêzên global karibin li ser wê polîtîkayê bimeşînin, lîstikê bilîzin. Rêber Apo ji bo vê yekê ji destê wan derxîne 27 sal in di nava hewldaneke bêhempa de ye. Ji bo ev hewldan bê fêhmkirin divê her kes rastiya Rêbertî fêhm bike ku 27 sal in cihekî weke darbestê, goristanê, bîra mirinê li ber xwe dide û di helwesta xwe ya ji bo aştiyê de israr dike."

Nûrettîn Demîrtaş ragihand ku ew dikevin nava pêvajoyeke welê ku ji gelek aliyan ve li komploya navneteweyî dipirsin û got, "Em qala aştiyeke civakî dikin ku bi her awayî encamên komployê ji holê radike. Em qala avakirina civakîkirina aştiyê û afirandina zemîna çareseriya demokratîk dikin. Em di wê pêvajoyê de ne ku dikare komployê bi hemû encamên xwe ji holê rake. Lewma pêvajoyeke cihê kelecanê ye. Di vê demê de diyalog, nîqaş, komîsyona li meclîsê heye... Şaş e ku mirov bifikire ku bi hevdîtinên komîsyona meclîsê re wê her tişt çareser bibe. Rewşenbîr, hunermend qala civakîkirina aştiyê dikin. Belê, em ê aştiyê çawa civakî bikin? Eger tê gotin, tenê bi diyalogê, bi nîqaşê yan jî bi komên ku komîsyonê hevdîtin bi wan re kiriye wê pirsgirêk çareser bibe, civakîbûna aştiyê pêk nayê. Ji bo civakîbûna aştiyê divê her kes xwedî lê derkeve."

Nûrettîn Demîrtaş got:"Zemînê dide wan hêzan ku dixwazin provoke bikin. Divê neyê gotin, aliyan samîmiyeta xwe nîşan dan, lewma wê her tişt çareser bibe, biqede. Belê samîmiyet girîng e, lê belê bi qasî wê divê civak xwedî lê derkeve, aştî civakî bibe. Girîng e ku ev yek veguhere têkşoîneke demokrasiyê."

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir ku heta pêvajo veneguhere çalakiyên aştiyê yên bê navber, zehmet e ku rengê wê veguhere veguherîna demokratîk û got, "Belê, veguherîna demokratîk û avakirina civakî ne pêvajoyeke welê ye ku ji bo sibehê bê taloqkirin. Divê em ji îro destpê bikin, hewl bidin û bixebitin. Bersiva herî bi wate ya ji komploya navneteweyî re bê dayin veguherîna demokratîk û avakirina civakî ye. Lê belê li gel vê yekê pirsgirêkeke aştiyê li pêşiya me ye. Pêvajoyekê destpê kiriye ku pirsgirêka Kurd ber bi zemîna çareseriya demokratîk ve bê kişandin. Lê belê belavkirina vê pêvajoyê li demê zerarê dide. Ya ku dawî li vê zerarê bîne jî civak bi xwe ye. Eger di asta civakî de xwedî li aştiyê bê derketin, her wê bi şahiyan bê pêşwazîkirin. Her roj wê bi rastî jî weke cejnê bê pêşwazîkirin. Kî wê li ber vê rabe? Yên li ber rabin ew ê ku ji şer, ji xwînê xwe xwedî dikin. Em dikarin li hemberî dan bendeke civakî ava bikin. Civakîkirina aştiyê divê tenê di gotinê de nemîne. Ji bo vê pêwîstî bi rêxistiniyê heye, bi pêwîstiyê heye. Wezîfe û berpirsyariya vê demê de ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bi vî rengî bê pêşwazîkirin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.