Li dijî komployê banga meşê

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:20

Endamên TJA'yê ji bo salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed'ê banga meşê kirin û gotin, "Em li bendê ne ku jin, ciwan û hemû gelê me di 9'ê mehê de saet di 16:30'an de beşdarî meşa ber bi Qada Şêx Seîd ve bibin. Êdî bes e; em aştî, azadî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin."

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê (DEKUP) dê li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd ya Amedê bi dirûşmeya "Bi rêbertiya azad ber bi civaka azad ve" meşekê li dar bixe. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) banga beşdarbûna meşê kirin.

Ozlem Guler, ku banga tevlibûna meşê kir wiha got: "Em vê meşê ji bo hemû girtiyan, bi taybetî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin. Em dixwazin hemû gelê me bi coş beşdarî vê meşê bibe. Êdî bes e; em aştî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Em dibêjin, bila êdî dayik negirîn, bila ciwanên me nemirin."

Gulistan Sarili diyar kir ku wan meşa azadiyê ya li dijî komployê wekî gavek ber bi avakirina civakek demokratîk ve lidar xistine û wan ev meş ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan lidar xistine. Gulistan Sarili got, "Meş dê li Meydana Şêx Seîd dest pê bike û ber bi Çarşiya Şewitî ve bidome. Armanca komployê tunekirina çand û zimanê Kurdî bû, lê Birêz Abdullah Ocalan di her warî de bandorek mezin kiriye. Em jin, ciwan û hemû gelê xwe vedixwînin meşa ku em ê di 9'ê mehê de saet di 16:30an de li Meydana Şêx Seîd li dar bixin. Em ê ne tenê li Amed, lê li seranserê Tirkiyeyê li dijî komployê meş û civînên çapemeniyê li dar bixin. Em ê li Stenbol û Batmanê mîtîngên mezin li dar bixin. Em her wiha gelê xwe vedixwînin mîtînga li Batmanê ya 12'ê mehê ya ji bo îlankirina aştiyê."

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.