Aqilê dewletê yên 90’î likar e

În 2 Tebax 2024 - 01:55

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn destnîşan kir armanca van êrîşên dawî yên li ser çand û zimanê Kurdî cezakirina Kurdbûnê ye, berê Kurd dikuştin, niha kontrol dikin û wan digirin, bi vê dixwazin mafê Kurdbûnê qedexe bikin û got,’’Bi min bandora MHP'ê gelekî mezin e. Ji ber ku MHP bi temamî kontrol xistiye destê xwe. AKP êdî bûye MHP. MHP li desthilatdariyê ye.’’

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku şahidê zext û zordariyên dewletê yên salên 90’î yên li Kurdistanê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li ser çand û zimanê Kurdî ku van demên dawî zêdetir bûne bi bîr xist û diyar kir aqilê dewletê yên salên 90’î li desthilatê ye.

Eren Keskîn bi bîr xist ku Komara Tirkiyeyê dewleteke welê ye ku mohra xwe daniye binê gelek peymanên navneteweyî û anî ziman ku di halê hazir de ev peyman hemû bi temamî têne binpêkirin. Eren Keskî bi bîr xist ku mînaka dawî ya vê yekê jî girtina mirovên ku govenda Kurdî digerand bû û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin.

Kurdbûnê ceza dikin

Eren Keskîn bi bîr xist ku dirûşma 'Bijî Serok Apo' ya ku weke hincet ji girtinê re hatiye nîşandan, hem bi biryarên Dadgeha Bilind, hem jî bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye destnîşankirin ku sûc nîne. Eren Keskîn diyar kir ku bi rêya tiştekî ne sûc e jiyana mirovan têk dibin û got, "Mînak beriya du rojan li Sêrtê li dawetekê bi îdîaya ku li ber strana gerîla govend gerandine du zarok hatin girtin. Sosyolojiyeke vê cografyayê heye. Heta ku ev sosyolojî neyê dîtin, hûn nikarin van weke sûc ragihînin. Li dawetên cerdevanan jî ev stran têne gotin, ku di medyayê de jî gelek caran hate weşandin. Ev stran li wê cografyayê ji aliyê gel ve hatine qebûlkirin. Di vir de hewl didin Kurdbûnê ceza bikin. Ji Kurdan re dibêjin 'Hûn ê weke Kurd nejîn', dixwazin peyameke bi vî rengî bidin 'Dibe ku hûn Kurd bin, lê belê hûn neçar in mîna Tirkan bijîn'."

Berê dikuştin niha ‘kontrol dikin’

Eren Keskîn destnîşan kir ku ev kiryarên kêfî nîşan didin ku metirsî li ser Kurdan heye û got, "Berê dikuştin, tine dikirin. Niha jî her kêliya jiyana me kontrol dikin û digirin. Ev tiştekî gelekî metirsîdar e."

Mafê Kurdbûnê qedexe dikin

Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî xemsariya li hemberî vê rewşê da û got, "Di vê mijarê de ji bilî Kurdan, ji bilî rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kes dengê xwe nake. Mînak di rojeva muxalefeta bingehîn de nîne. Min nebihîst ku carekê tiştek gotin. Mirov ji ber ku govend gerandine li dawetan têne girtin. Bi her awayî mafê jiyanê tê binpêkirin. Weke ku min got, hewl didin Kurdbûnê, mafê Kurdbûnê qedexe bikin."

AKP êdî bûye MHP

Eren Keskîn bi bîr xist ku dijminatiya li Kurdan gihîştiye wê astê ku hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê jî jê bibin û got, "Şaredarî ji bo pêşî li qezayên trafîkê bigirin bi mafdarî bi Kurdî hişyariyan dinivîsîne. Ji ber ku mirovên bi Tirkî nizanin hene, bi taybetî jî mirovên extiyar. Nikarin xwe li vê jî rabigirin. Eger tu bi Tirkî nizanibe ku tu dikarî bêyî eciaqandin. Dibêjin, tu di qezaya trafîkê de bimire jî ne xema kesî ye. Bi dîtina min di vir de bandora MHP'ê gelekî mezin e. Ji ber ku MHP bi temamî kontrol xistiye destê xwe. AKP êdî bûye MHP. MHP li desthilatdariyê ye. Rewşeke bi wî rengî heye. Gelê Kurd li gel hemû tevdan û sorkirinan bi rengekî rast disekine. Naxwaze tevlîhevî çêbibe."

ANF/ZEYNEP KURAY/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.