Çand û hunera Kurdî pêş dixin

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Kanûn 2025 - 00:25

Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU-KURDÎ) di 15ê Gulana 2024an de hat avakirin. YYU-KURDÎ ji bo çand û zimanê Kurdî xebatan dike û dixwaze hişmendiyeke Kurdî di nava xwendekaran de bide avakirin. Di vê çarçoveyê de komê dest bi bernameyên xwe kir. Herî dawî li Eywana Konferansê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngehê, kurtefîlmên “Navnîşan” û “Pepûk” da nîşandan. Rêveberên YYU-KURDÎyê Berfîn Çîçeklîdal û Yûsûf Abeş derbarê armanc û xebatên koma xwe de axivîn.

Berfîn Çîçeklîdal behsa pêvajoya vekirina komê kir û anî ziman ku YYU-KURDÎ bi armanca parastina Kurdî salek berê hat avakirin. Berfîn Çîçeklîdal destnîşan kir ku wan ji bo vekirina vê komê gelek caran serî li zanîngehê dane û serlêdanên wan hatine redkirin û got: “Lê belê hevalên me nesekînin û koma me dan qebûlkirin. Gelek zext li ser zimanê me hene û tê xwestin ku Kurdî bê jibîrkirin. Armanca me ew bû ku zimanê me neyê jibîrkirin. Kom, netenê li ser Kurdî, li ser çand û dîrokê jî disekine.”

‘Armanca me pêşvebirina Kurdî ye’

Yûsûf Abeş jî qala armanca komê kir û diyar kir ku armanca YYU-KURDÎyê belavkirina zimanê Kurdî ya di nava zanîngehê de ye. Yûsûf Abeş destnîşan kir ku armanceke wan jî perwerdehiya Kurdî ye û wiha axivî: “Em dikarin xwendekaran fêrî Kurdî bikin. Em dixwazin nasnameya Kurdî di nava zaningehê de belav bikin, dersên Kurdî bidin. Ya rastî armanca me ew e ku em dixwazin Kurdî bikin ziman rojane yê zanîngehê. Eleqeyeke pir zêde ji bo komê heye. Di nava zanîgehê de komên din jî hene, lê ya herî zêde eleqeyê dibîne koma me ye. Wan bajarek Kurdistanê ye û xwendekar jî ji sedî 90-95 Kurd in. Lewma, eleqeyeke baş heye û em armanc dikin ku tevlibûna xwendekaran a ji bo bernameyên xwe zêdetir bikin.”

AW/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.