Piştgiriya civîna Sahrawî ya Rojava
Çarşem 8 Çile 2025 - 03:00
Li kampên penaberan ên Sahrawi yên li başûrê Cezayîrê bi beşdariya aktîvîstên ji gelek welatan Civîna Bilind a Piştevaniyê ya Sahrawi tê lidarxistin. Yek ji beşdarên civîna li kampa Boujdour a li nêzî Tindoufê tê lidarxisitn aktîvîsta edaleta ji bo avhewayê ya naskirî Greta Thunberg e ku beriya niha bi demeke kurt serdana Bakurê Kurdistanê jî kiribû. Her wiha nivîskar û zanyarê ragihandinê Kerem Schamberg jî beşdarî civînê bûye. Ji Fîlîstîn, Şîlî, Kolombiya, Spanya, Elmanya, Swêd, Japonya, Lîtvanya, Xirvatistan, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Îtalya û gelek welatên din aktîvîst beşdarî civînê bûn.
Di civînê de li ser rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên piştî hilweşandina rejîma Esad, pêşkêşiyek hate kirin. Her wiha peyama Komuna Enternasyonalîst a Rojava ya ji bo piştgiriya bi gelê Sahra Rojava hate xwendin. Sahrayî ji sala 1975'an û vir ve di bin dagirkeriya Fasê de dimînin. Hin ji wan ji ber êrîşên artêşa Fasê reviyan başûrê Cezayîr û ji hingî ve li pênc kampên penaberan dimînin ku weke kampên berxwedanê têne pênasekirin.
Tevgera azadiyê ya Sahrawiyan Eniya Polisario li dijî mêtingeriya Fasê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê aştiyane ve têkoşînê dimeşîne. Eniya Polisario tevgereke welê ye ku xwedî meyleke sosyalîst e, rizgariya jinê ji xwe re dike esas, bi têkoşînên gelên din ên bindest re di nava piştevaniyê de ye. Bi vî rengî Eniya Polisario ku rêxistineke azadiyê ya Sahrawiya ye, baş zane bê berxwedana li dijî mêtingerî û dagirkeriyê tê çi wateyê.
NAVENDA NÛÇEYAN