Berhemên wêjeyî hatin xelatkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 7 Mijdar 2025 - 00:58

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊan a ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat lidarxistin, îro, di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Mîhrîcan li hola Navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) ya li Qamişloyê hat lidarxistin. Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, xwendekarên beşa şanoyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo tev li mîhrîcanê bûn.

Kesayet û komên ku di bernameya mîhrîcanê de cih girtin, ên bi navê Koma Pale, Koma Reqayê ya Şanoyê, Ferhad Seyda, Ebdulmecîd Xelef, Beşîr Mele Newaf, Ebdulsemed Mehmûd, Ebdulqadir Ebûd, Kawa Fetah û Rûmet Beko bi spasnameyekê hatin xelatkirin û endamên komîteya nirxandinê jî hatin xelatkirin.

Di beşa Kurdî de asta yekemîn berhema `Bûka Lastîkî` Sewsen Şêx Bekir a ji bajarê Kobanê, di asta duyemîn de berhema `Rastiya Daristanan` Alan Ebdullah ê ji bajarê Qamişloyê û di asta sêyemîn de berhema `Kedên Rojê` Sadiq Berekat ê ji bajarê Kobanê bi ser ketin. Di beşa Erebî de tenê berhemê `Rihyah El Elem (bayê êşê)` Ebdulcabir Hebîb ê ji bajarê Qamişloyê di asta yekemîn de hate xelatkirin.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊan a ku 3`yê Mijdarê dest pê kiribû, îro bi xelatkirina berhemên ku bi ser ketine bi dawî bû. Li gorî agahiyên komîteya amadekar dê berhemên ku bi ser ketine, ji aliyê wan ve werin çapkirin û belavkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.